Li Amedê starta Newerozê hat dayîn

  • 15:20 9 Adar 2018
  • Rojane
 
 
 
AMED - Bernameya Newroa 2018'an ku wê bi dirûşma "Newroz berxwedan e, li dijî Faşîzmê raperîn ya gelan e" bê pîrozkirin hat aşkerakirin.  Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axîvî û bang li hemû jinên ku di 8'ê Adarê de derketin qadan kir ku bi heman coş û kelecanê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin.
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) , Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û , bernameya Newrozê ku îsal bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" pîroz bikin li Demîr Otelê ji raya giştî re aşkera kirin. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temelli, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir, Aktîvîstên TJA, Serokê Komeleya Çanda Rojhilat a Şoreşger (DDKD) M. Veysi Askar û Endamê MYK'a Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Nurettin Maçîn amade bûn.  Li salonê pankarta mezin a “Newroz berxwedan e. Li dijî faşîzmê raperîn ya gelan e" vekirin. 
 
'Em ê li 4 aliyên welat  newerozê pîroz bikin'
 
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan  kongreya HDP'ê ya ku di 11'ê sibatê de hat lidarxistin bi bîr xist û got ku di vê kongreyê de peyamên girîng hatine dayîn. Pervîn destnîşan kir ku wan di kongreya partiya xwe de soz dane gelan û wiha got: “Di kongreya me de peyamên girîng me ji gel girtin. Peyama li dijî faşîzmê çiqas têkoşîn girîng e dan me. Me peyama tecrîda li ser birêz Ocalan nayê qebûlkirin girt. Me peyama êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin girt. Dema em li van hemû geşedanan dinêrin, girîngiya ku wê berxwedanek bi hêz ji Newroza 2018’an derbikeve heye.  Em ê li çar aliyên Tirkiyeyê Newrozê pîroz bikin."
 
Qadên Newrozê dê bibin qadên daxwaziya tecrîda girankirî ji ser birêz Ocalan bê rakirin. Dê êrîşên li ser Efrînê li qadên newrozan bên şermezarkirin. Yên li dijî şer aştiyê diparêzin wê biherikin qadên pîrozbahiyê Newrozê. Dê liv an qadan azadî û aştî bê qîrkirin û daxwazkirin. Em hemû jinan bi rûhê 8’ê Adarê vedixwînin Newrozê. Em ciwanên dibêjin ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin’ vedixwînin refên pêş ên Newrozê cih bigirin. Em ê bi dirûşmeya ‘Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ biherikin qadan. Em hemû gelên xwe vedixwînin qadan. Em daxwaz dikin ku Enqere peyamên ji qadên Newrozê derkevin li ber çavan bigire. Bi hêviya em Newrozek bêxwîn û bêmudaxele derbas bikin.” 
 
'Em bang li her kesî dikin ku tevli newrozê bibin'
 
Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku Qadên Newrozê wê bibin qadên daxwaziya tecrîda girankirî ji ser birêz Ocalan bê rakirin û got ku wêêrîşên li ser Efrînê jî li qadên newrozan bên şermezarkirin.  Pervîna a ku anî ziman wê yên li dijî şer aştiyê diparêzin biherikin qadên pîrozbahiya Newrozê, got ku wê vê Newrozê jî  li qadan azadî û aştî bê xwestin û daxwazkirin.
 
 
Pervîn anî ziman ku  ew hemû jinan bi rûhê 8’ê Adarê vedixwînin Newrozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Em ciwanên dibêjin ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin’ vedixwînin refên pêş ên Newrozê cih bigirin. Em ê bi dirûşma ‘Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ biherikin qadan. Em hemû gelên xwe vedixwînin qadan. Em daxwaz dikin ku Enqere peyamên ji qadên Newrozê derkevin li ber çavan bigire. Bi hêviya em Newrozek bêxwîn û bêmudaxele derbas bikin.” 
 
'Ji bo ku tarîtiyê ronî bikin em ê dengê xwe bilind bikin'
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku ew dizanin helwesta MHP'ê Tirkiye dixe nava agir û wiha got: "Girtîgeh tije kirine. Bi hezaran mirov neheq girtî ne. Em di bin tundiyên herî dijwar de Newrozê pêşwazî dikin."
 
Gulîstan, anî ziman ku ji bo ev tarî ronî bibe û ev tundî bi dawî bibe têkoşînek xurt û yekîtiyek xurt pêwist e û wiha got: "Ji bo em têkoşîna xwe mezin bikin divê em hêzê bidin pîrozbahiya Newrozê. Newroz hem ji bo gelê Kurdistanê û hem jî ji bo hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî wateyek dîrokî ye. Berê çawa li dijî Dehakan serî rakirin û bi ser ketin divê em niha jî li dijî pergalê serî rakin û bi ser bikevin. Em dê di 21'ê Adarê roja Newrozê de li qadan bin. Em dê li dijî şerxwazan aştiyê biparêzin. Agirê Newrozê dê Tirkiye demokratîk bike. 
 
Daxuyanî bi govend û dîlanê bi dawî bû.