Malbata Abdullah Ocalan cara 66'emîn serlêdana hevdîtinê kir
- 13:28 9 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê cara 66’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi riya parêzeran bi boneya roja duşemê hedîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên sê girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konak û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Bi vê serlêdanê re ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû cara 66’emîn serî li dozgeriyê didin.