'Roja 8’ê Adarê Roja vejîna jinê ye'

  • 16:14 8 Adar 2018
  • Rojane
Felek musa 
 
QAMIŞLO - Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Starê Rîhan Loqo derbarê 8'ê Adarê de anî ziman ku divê jin her li qadan bin û têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got:"Bi rihê Arînan û Barînan em wek jinên Rojava Roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin, bi rihê hemû jinên têkoşer em ê Efrînê biparêzin û bi Rêber Apo re azad bijîn."
 
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Starê Rîhan Loqo derbarê 8'ê Adarê de anî ziman ku jinên cîhanê dê li dijî zordestiyan her dem têbikoşin û serkeftin dê ya jinên cîhanê be. 
 
Her wiha Rîhan Loqo anî ziman ku divê jin qadên 8'ê Adarê vala nehêlin û li dijî çewidandinê li qadan dengên xwe bilind bikin.
 
'Roja 8’ê Adarê Roja vejîna jinê ye' 
 
Rîhanê diyar kir ku roja 8’ê Adarê Roja vejîna jinê ye û wiha got:"Ji bo jiyanek azad û serbixwe divê em serî hildin û qadan vala nehêlin. Bi taybet jinên Kurd divê pêşengtiya hemû serîhildanên rewa bikin û serî li dijî zordestiyan netewînin. Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û em dibêjin serkeftin a me jinan e."