'Roja 8’ê Adarê Roja vejîna jinê ye' 2018-03-08 16:14:26   Felek musa    QAMIŞLO - Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Starê Rîhan Loqo derbarê 8'ê Adarê de anî ziman ku divê jin her li qadan bin û têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got:"Bi rihê Arînan û Barînan em wek jinên Rojava Roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin, bi rihê hemû jinên têkoşer em ê Efrînê biparêzin û bi Rêber Apo re azad bijîn."   Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Starê Rîhan Loqo derbarê 8'ê Adarê de anî ziman ku jinên cîhanê dê li dijî zordestiyan her dem têbikoşin û serkeftin dê ya jinên cîhanê be.    Her wiha Rîhan Loqo anî ziman ku divê jin qadên 8'ê Adarê vala nehêlin û li dijî çewidandinê li qadan dengên xwe bilind bikin.   'Roja 8’ê Adarê Roja vejîna jinê ye'    Rîhanê diyar kir ku roja 8’ê Adarê Roja vejîna jinê ye û wiha got:"Ji bo jiyanek azad û serbixwe divê em serî hildin û qadan vala nehêlin. Bi taybet jinên Kurd divê pêşengtiya hemû serîhildanên rewa bikin û serî li dijî zordestiyan netewînin. Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û em dibêjin serkeftin a me jinan e."