Jinan li Yenîşehira Amedê jin vexwedin mîtîngê

  • 18:01 6 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Platforma Jinan a Dîcle Amedê û TJA  li semta Ofîsê ya navçeya Yênîşehîra Amedê li jinan belavok belavkirin û bang li jinan kirin ku tevlî mîtîngê bibin.
 
Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de jin xebat û çalakiyên xwe berdewam dikin. Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP)  û TJA'yê de  li semta Ofîsê ya navçeya Yênîşehîra Amedê li jinan belavok belav kirin û bang li jinan kirin ku tevlî mîtînga 8'ê Adarê ya wê li Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin  bibin.
 
Jinan xebata xwe bi tilîlî û dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî 8'ê Adarê"  bi dawî kir.