Jinan li Yenîşehira Amedê jin vexwedin mîtîngê 2018-03-06 18:01:43   AMED - Platforma Jinan a Dîcle Amedê û TJA  li semta Ofîsê ya navçeya Yênîşehîra Amedê li jinan belavok belavkirin û bang li jinan kirin ku tevlî mîtîngê bibin.   Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de jin xebat û çalakiyên xwe berdewam dikin. Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP)  û TJA'yê de  li semta Ofîsê ya navçeya Yênîşehîra Amedê li jinan belavok belav kirin û bang li jinan kirin ku tevlî mîtînga 8'ê Adarê ya wê li Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin  bibin.   Jinan xebata xwe bi tilîlî û dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî 8'ê Adarê"  bi dawî kir.