Mamosteyên jin ên Tirbespiyê: Jin reng û dengê jiyanê ye

  • 14:22 6 Adar 2018
  • Rojane
TIRBESPIYÊ - Mamosteyên jin ên Navçeya Tirbespiyê ji bo 8'ê Adarê daxuyaniyek dan.
 
Mamosteyên jin ên Navçeya Tirbespiyê ji bo 8'ê Adarê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya Peymangeha Şehîd Hesen a Tirbespiyê hat dayîn, her wiha daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî KPC-Jin a Tirbespiyê roja 8'ê Adarê li Rêber Apo û li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên berxwdana serdemê pîroz dikin. Roja 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê cejna hemû jinan e. Di wê rojê de hemû jin dibin yek deng û li hemberî zilm û zordariyê serî radikin. Di wê rojê de xwestin ku dengê jinê winda bikin. Lê dengê jinê rengê cîhanê ye loma tu car nikarin dengê jinê wenda bikin. Jin reng û dengê jiyanê ye."
 
Daxuyanî bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' bi dawî bû.