Parêzarên Abdullah Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
- 13:56 6 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran cara 736’emîn e ku serî li serdozgeriyê dane.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Fuat Coşacak, ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdanê, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzeran 736 carin ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê dane.
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de ve heta niha 735 carin bi hincetên “Rewşa hewayê nebaş e”, “Keştî xerabe ye”, “Koster di tamîrê deye” û “OHAL” hatin redkirin.