Serdana goristan ên jinên Êzidî hat kirin

  • 12:41 6 Adar 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê serdana goristan ên jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê hatibû qetilkirin, kirin. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê serdana goristan ên jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê hatibû qetilkirin, kirin. TAJÊ serdana goristanên jinên Êzidî yên li gundê Hardan û Koçû kirin. Endamên TAJÊ berî serdana goristanan daxuyanî dan û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Endamên TAJÊ bal kişand ser komkujî û îşkenceyên li ser jinên Êzidî hat kirin û wiha gotin:"DAÎŞ'ê li Herdan, Zorava, Guhbel, Borik ve Duhlayê komkujî pêk anîn. Gelek goristanên komelî hat dîtin. Saziyên Navneteweyî û hikumeta Iraqê hîn qeydên van komkujîna negirtinê û derbarê wan de lêkolîn nekirine. Bi boneya 8'ê Adarê divê hemû saziyên navneteweyî bêdeng nemînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan e jiyanê nekujin" bi dawî bû.