Kongreya Star: Li ber çavên cîhanê sîvîl tên kuştin

  • 11:58 6 Adar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star derbarê êrîşên li ser Efrînê de daxuyanî da û ragihand ku li ber çavên cîhanê sîvîl tên kuştin lê cîhan  li dijî vê yekê bêdeng e, ev yek nayê qebûlkirin. 
 
Rêxistina Kongreya Star derbarê êrîşên li ser Efrînê de daxuyanî da û ragihand ku dewleta tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî dixwaze gelê Kurd ji cih û warên xwe yên dîrokî bike, çand û nirxên wan tune bike lê bila hemû cîhan baş bizanibe ku Efrîn dê bi bexwedana xwe ya bêhempa navê xwe bi tîpê zêrîn di rûpelê dîrokê de binivîsîne.  
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku serketina berxwedana serdemê ya Efrînê ji bo demokrasiyê û pêşeroja gelan gelek bi girîng û bi wate ye.