Sêyemîn Mîhrîcana Hûner û Wêjeya Jinê li Qamişloyê hat lidarxistin
- 11:08 6 Adar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Sêyemîn Mîhrîcana Hûner û Wêjeya Jinê bi pêşengtiya Jinên Rewşenbîr li Navenda Çand û Hunerê ya li Qamişloyê hat lidarxistin
Sêyemîn Mîhrîcana Hûner û Wêjeya Jinê bi pêşengtiya Jinên Rewşenbîr li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat lidarxistin. Sêyemîn Mîhrîcana Hûner û Wêjeya Jinê bi pêşengtiya jinên Rewşenbîr û alîkariya Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê” hat lidarxistin.
Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Hevbendiya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed axivî û wiha got:"Em vê mîhrîcanê bi rihê berxwedana têkoşîna Efrînê li dar dixin û em diyarî hemû lehengên berxwedêr ku di çeperan de têkoşînek mezin diajon, dikin. Em hêvîdar in ku dê Efrînê bir bikeve û jinê vê serkeftinê bi tililiyên xwe pêşwazî bikin."
Jina Rewşenbîr a ji bajarê Minbicê Xezal Yusif jî diyar kir rihê berxwedana Efrînê dê her zindî bimîne û wiha got:” Ez vê mîhrîcanê li hemû jinan, bi taybet jî li jinên Berxwedana Serdemê pîroz dikim, em wek jinên bajarê Minbicê hatine ji bo ku em beşdarî nava çalakiyên çand û hunerê bibin. Divê em çand, huner û têkoşîna xwe axa xwe û rûmeta xwe ji neyaran biparêze."
Jinên Koma Kevana Zêrîn a mûzîkê sê stiranên bi çoş û xweş bi reng û dengê xwe ji kesên hazir re pêşkêş kirin.
Her wiha di mîhrîcanê de xelatên kesên ku di pêşbirka Kurteçîrok, Helbest û Şêwekariyê de hatibûn hilbijartin hat belavkirin.