Bi hezaran jinan berê xwe dan Efrînê

  • 10:31 6 Adar 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî- Ilham Eloso
 
KOBANÊ - Jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Lubnan û Bakurê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê û pîrozkirina 8'ê Adarê berê xwe dan herêma Efrînê.
 
Jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Lubnan û Bakurê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê û pîrozkirina 8'ê Adarê berê xwe dan herêma Efrînê. Bi hezaran jin do ji Herêma Cizîrê, Şengalê, Mexmûrê,  ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û ji Lubnanê di seatên êvarê de gihaştin Kantona Kobanê. Jinên ku hatin Kobanê vê sibehê bi jinên Herêma Firatê re bûn yek û bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berê xwe dan herêma Efrînê. Têkildarî mijarê jinên ku di vê karwanê de cihê xwe digirin hest û peyamên xwe anîn ziman. 
 
Jina bi navê Hebîba Ehmed ku ji bajarê Çilaxa yê Herêma Cizîrê ye wiha got: "Em niha berê xwe didin Efrînê, ji bo Efrînê canê me feda ye. Ji bo Efrînê ez ê jiyana  xwe feda bikim, ev ne cara dawî ye û ne cara yekê ye ku em berê xwe didin Efrînê. Berê me dê tim li Efrînê be. Em ê tola xwîna gelê xwe  hilînin."
 
'Jinên Êzidî li pişta jinên Efrînê ne' 
 
Jina Êzidî ya ji Şengalê Enam Weyles berxwedana Efrînê silav kir û wiha axivî: "Weke jinên Ezidî xwesteka me ew e ku em biçin bi rihê Avesta û Barînan 8'ê Adarê li Efrîna rengîn û berxwedêr pîroz bikin. Banga min ji tevahî jinan re heye ku hemû dilên xwe bikin yek û li hember van komkujiyan bertek nîşan bidin, ji ber ku di encama van êrîşan de jin û zarok tên qetilkirin."
 
'Serkeftin a Efrînê ye, serkeftin a şoreşa jinê ye'
 
Her wiha ji Kantona Kobanê Felek Yûsif jî bêdengiya dewlet û saziyên mafên mirovan ên li hember êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Em weke jinên Kongra Star yek ji rêzeçalakiyên me ew bû ku em li kêleka jinên Efrînê 8'ê Adarê pîroz bikin. Ji bo vê jî îro jinên herçar parçeyên Kurdistanê, Şengal, Mexmûr, Lubnanê û ji tevahiya Bakurê Sûriyeyê li hev kom bûne da ku vê armancê pêk bînin. Ji bo vê jî çawa ku şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê dest pê kir, wê îro li Efrînê jî şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê bi ser bikeve."