Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serhildanê ber bi agirê azadiyê ve (6)
- 10:25 6 Adar 2018
- Dosya
Li welatên ku cîhanê jin ji bîr kiriye: Yên dengê min dibihîzin hene?
NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê tevî ku jin di têkoşîna azadî û wekheviyê de di eniya pêş de cih digirin jî hewl tê dayîn ku navê wan bên jibîrkirin, lê tevî wan pêkanînan jinan ev kevneşopiya berxwedanê heta roja îro anîn. Li welatên wekî Rûsya, Avustralya, Amerîka û Fransayê bi mîrayeta ku girtine di 8’ê Adarê de daxwazên xwe diqîrin û li Yemen, Sudana Başûr, Somalî, Haîtî, Nîjerya û Kamerunê jin ji ber şerê navxweyî nikarin dengê xwe bilind bikin. Jinên li dijî îşkenceya zayendî û komkujiyan disekinin, di eniya pêş ya berxwedanê de cih digirin lê kes dengê wan nabihîze.
Jinên li seraserê cîhanê dîroka wan a nivîskî tuneye û bi sedsalane têdikoşin, li welatên cuda li dijî rewşên dişibin hev têkoşînan didin. Ji Asyayê heta Ewropayê ji Amerîkayê heta Afrîkayê li her derê jinan têkoşîna azadî û wekheviyê dan. Jinên ev mîrate dewr girtin li her qadê li dijî şîdet, êrîşa zayendî, newekhevî bi berxwedanên xwe heta îro hatin. 8’ê Adarê li Arnavutê, Cezayîr, Ermenîstan, Azerbeycan, Belarus, Bosna Hersek, Brezîlya, Burkîna, Fas, Kamerun, Çîn, Kuba, Gurcistan, Îtalya, Israîl, Kazakîstan, Kırzistan, Makedonya, Karadag, Polonya, Romanya, Rusya, Sirbîstan, Tacîkîstan, Ukrayna, Ozbekîstan, Vîetnam û Zambiyayê wek betlana fermî hat îlankirin û jinan li her derê berxwedana ji bo azadî û wekheviyê birin qadan.
Rusya
Roja Jinên Cîhanê îro li hemû cîhanê tê pîrozkirin û ji aliyê Yekitiya Sovyetan ve ji bo bê roja me ya îro piştgiriyek mezin hat dayin. Li welat yekem car di 2’ê Adara 1913’an de bi tevlîbûna hezaran kesî li St. Peresburgê di 2’ê Adara 1913’an de hatibû pîrozkirin. Di 8’ê Adara 1914’an de ji welatên Ewropayê jinan mîtîng pêk anîn. Diyarkirina bi awayekî fermî pîrozkirina 8’ê Adarê di Konferansa Jinan a Komunîst a 2’emîn ya Navneteweyî ya li Moskovê hat rojevê. Di Adara 1917’an de jinên karkerên tekstîlê yên St Peresburgê daketin kolanan. Di 8’ê Adara 1921’ê de di Konferansa Jinan a 3’emîn Navneteweyî de Roja jinan bi awayekî fermî hat îlankirin. Di 1965’an de jî 8’ê Adarê ji roja bibîranînê hat derxistin û wek cejna fermî û betlanê hat qebûlkirin. Li Rûsyayê ku roja jinan demek dirêj fermî hat pîrozkirin her sal ji bo wê merasîma dewletê pêk tê.
Ispanya
Li Ispanyayê paşerojeke sedsalan a têkoşîna jinê heye. Jinên Ispanyolî ji berê de bi dirûşmeya ‘No passaran’ dakevin kolanan û di vê nokteyê de sala 1930’î gelek girîng e.
Jinan li dijî dîktaroriya Franko berxwe dan û li dijî ‘xiristiyana baş, hevjîna baş, dayika baş’ têkoşîn dan û ji 1970’î şûnde têkoşîn mezintir bûn. Her sal di 8’ê Adarê de berxwedana jinan bi mîtîngên bi heybet tê pîrozkirin.
Fransa
Jinên li Fransayê di şoreşê de cih girtin û bi şoreşa 1789’an a Fransayê têkoşîna jinan mezintir bû. Olympe ku wê demê bû sîmgeya femînîstan, piştî danezana ‘danezana mafê welatî û mirovan’ du sal şûnde, şoreşa jinan a olympe nîqaş kiribû. Ya mîrateya Olympe dewr girt Sîmone de Beauvoîr bû.
Li Fransayê îro pirsgirêkên jinan ên zîhniyeta serdest a mêr mezin kirine di astek jor de ye. Di rojeva jinan de têkoşîna jinan li dijî şîdet û qanûnên serdest ya mêr heye.
Li gorî rêjeyên Saziya Istatîstîka Fransayê di navbera 2010 û 2014’an de bi giştî mîlyonek û 200 hezar jin rastî şîdeta fîzîkî û zayendî hatine.
Avustralya
Li Avustralyayê pirsgirêka etnîkî û jinan ji hev cuda nabin. Li dijî jinan êrîşên sîstematîk hene. Li Avustralyaya ku polîtîkayên mêtîngeriyeke tevlihev tê meşandin, di alî jinan de jî qet ne zelal e.
Di roja me ya îro de jî li Avustralyayê ji bo jinan şîdeta zayendî pirsgirêkek lezgîn e. Li wir rêjeya êrîşa zayendî du qat zêde ye. Her wiha tevî ku nifûsa Avustralyayê ji sedî 50 jî newekheviya heqdest a di navbera jin û mêran de ji sedî 47 e.
Fîlîpîn
Li Fîlîpînê jî têkoşîna azadiya jinan xwe dispêre dîrokê. Têkoşîna jinan jî bi rêxistina femînîst a Fîlîpînê di 1905’an bi deklerekirina xwe dest pê kir. Di 1971’ê de jî bi meşeke ku Makîbaka rêxistin kir re 8’ê Adarê yekem car hat pîrozkirin.
Heta niha li Fîlîpînê du serokomarên jin peywir kirine û wek gelek welatên cîhanê li Fîlîpînê kuştinên jinan pêk tên.
Hîndîstan
Li Hîndîstanê jin bi rîska kuştin û îstîsmra zayendî re rû bir û ne. Jin li dijî van têkoşîna jiyanê didin. Aktîvîstên jin ên Hîndîstanê daxwaz dikin ku qanûnên tund yên derbarê jinan de bên guhertin.
Sedema êrîşên zayendî û qetikirina jinan newekheviya zayendî tê dîtin. Li gorî lêkolînan li Hîndîstanê gelek berpirsên êrîşên zayendî nayên dîtin.
Brezîlya
Li Brezîlyayê tevgera jinan bi têkoşîna mafê dengan a serê sedsala 20’an têkoşîna xwe hîn bêtir belav dikin. Di 1930’an de jinên mafên dengan qezenc kirin, bûn tevgereke ku zêdetir li ser hewcedariyên aborî disekinin. Her wiha yekem welatên ku emniyeta jinan lê hatiye avakirin e. Li Brezîlyayê salê di navbera 5 û 6 hezarî de jin tên qetikirin. Her wiha agahiyên êrîşên zayendî jî gelek kêm in. Di 2013’an de ji hezar û 822 bûyerên êrîşa zayendî tenê 70 sûcdar hatin girtin. Li Rîoyê jî rojê 16 jin tên tecawizkirin.
Li welatên cîhanê jibîrkirine jin…
Li seranserê cîhanê şerê navxweyî bi salane didome û li gelek welatan jî yên weke Burundî, Kamerun, Afrîka Navîn, Haîtî, Nîjerya, Başurê Sudanê û Yemenê jin bi şîdet, îşkence, komkujiyan re rû bi rû ne.
Somalî
Li Somaliyê ev 30 sal in ji ber şerê navxweyî bedelên giran dan. Ji ber vê jî li welat êrîşên zayendî û şîdeta li ser jin û zarokan di asta herî jor de ye. Her wiha xwegîhandina mafên perwerde, tenduristî û aboriyê jî gelek bi sînor e.
Her wiha li Somaliyê jî yek ji pirsgirêkên herî mezin a jinan sunet e. Her sal nêzî 5 mîlyon û 34 hezar û 260 zarokên keç hatin sunetkirin. Her wiha ji ber şerê navxweyî li welat li dijî gelek nexweşiyan jî têkoşîn tê dayîn.
Nîjerya
Li Nîjeryayê şerê navxweyî ji 6’ê Tîrmeha 1967’an heta 13’ê Çileyê 1970’ê di bajarên başurê rojhilat di bin navê komara Bîafrayê de ji ber xwest ji welat veqete hat jiyîn. Di 2002’an de ji ber çalakiyên rêxistina çekdarî ya aligîrê şerîatê Boko Haram şerê navxweyî berdewam kir. Boko Haram di 2014’an de nêzî 240 zarokên keç revand û zarok îstîsmar kirin û îşkence lê kirin. Heman salê di meha hezîranê de jî Boko Haramê 60 keç revandibû. Li Nîjeryayê her wiha ji sedî 98’ê zarokên keç hatine sunetkirin.
Yemen
Yemen adi 2011’an de ji Bihara Ereban bi bandor bû, ji sala 1978’an heta niha li dijî serokomar Abdullah Salih çalakiyan pêk tîne û ev pevçûn veguherîn pevçûnên çekdarî. Li welat tevgera El Kaîdeyê û gelek komên din şîdet belav kir. Li welat ji ber zextên malbatan jinan di têkoşînê de cih negirtin.
Jinên herî zêde bertek nîşanî şer dan û anîn ziman jin bûn. Di şoreşa ji 2011’an dest pê kir de ji sedî 30’ê jinan li qada bûn. Jin ji pêvajoya şoreşê dûr hatin xistin.
Burundî
Li Rojhiata Navîn şerê navxweyî her diçe kûr dibe. Li Burundî ev 12 sale şer didome û her kes hewcedarê alîkariya lezgîne. Li gorî NY’ê li Burundî ji bo rewş normal be divê bersiva hewcedariya lezgîn bê dayîn.
Kamerun
Li Kamerunê bi mîlyonan kes bi birçîbûn û tîbûnê re rû bi rû ne. Li welatê ku jiyana zarokan di xetereyê de ye, 3 mîlyon kes li bende hewcedariyê ne.
Sudana Başûr
Ji 2011’an heta niha li Başurê Sudanê, gel bi şerê navxweyî, birçîbûn û qirkirinê re rû bi rû ye. 2 mîlyon kes hatin koçberkirin û bi dehezaran kesî jî jiyana xwe ji dest da.
Haîtî
Li Haîtî ji ber karasetên xwezeyî welat di rewşek zehmet de ye. Di erdhêja di 2011’an de li Haîtî pêk hat de 2 mîlyon û nîv kes bê mal man. Bi mîlyonan kes mirin. Hat hînbûn ku piştî erdhêja di rojên borî de pêk hatiye jin û zarok rastî îstîsmarê hatine.
SIBÊ: Li Tirkiyeyê têkoşîna jnê: Serhildan a min şev a min e