'Efrîn destana berxwedanên dîrokî ye'
- 09:02 6 Adar 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Heyva Sor a Kurd Şêrîn Mihemed derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anî ziman ku ew ê di qada tenduristiyê de xizmetên xwe bidomînin û got dê Efrînê bi têkoşîna xwe ya bêhempa bi ser bikeve.
Endama Heyva Sor a Kurd Şêrîn Mihemed derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anî ziman ku ew bûne şahidê mirina gelek sîvîlan û diyar kir ku ew ê wekî qada tenduristiyê xebatên xwe bi awayekî berfirehtir bidomîne da ku gelê Efrînê di warê tenduristiyê de mexdûr nebin.
Şêrînê anî ziman ku Efrîn hêvî û berxwedanek cuda di nava xwe de dihewîne û wiha got:"Em weke Heyva Sor a Kurd ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê em di 20'ê Çileyê de derbasî Efrînê bûn. Di destpêkê de me nuqteyên tenduristiyê li Efrînê, Şiyê, Cindirêsê, Raco, Şêrawa û hwd... li gelek cihên Efrînê ava kirin. Her çar kes ji me li nuqteyekê bi cih bûn da ku em bikaribin birîndarên sivîl derman bikin. Me ji destpêka berxwedana serdemê heta niha bi dilekî yek xebatên xwe domand. Em di wê baweriyê de ne ku Efrînê dê bi ser bikeve û di dîrokê de berxwedana xwe bide nivîsandin. "
'Dewleta tirk nikare qêrîna gelê Efrînê bibire'
Şêrînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Dewleta tirk bi top û tankên giran sivîlên bê guneh li Efrînê hedef digire. Li Efrînê herî zêde sivîl dihatin hedefgirtin û birînên wan jî pir giran bûn, ji ber ku dewleta tirk bi tankên Alman û çekên qedexekirî her wiha bi balafiran êrîşî sivîlan dikir. Erdogan dibêje 'Em çekên qedexekirî bi kar nînin, lê çekên qedexekirî li dijî gelê Efrînê hat bikaranîn. Gelek birîndarên ku li ser laşê wan bandora çekên kîmyewî xuya dikir me derman kir. Lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku ew nikarin qêrîna gelê Efrînê bibirin û vîna wan a bi hêz bişkîne."
'Berxwedan û serkeftin a gelê Efrînê ye'
Şêrînê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxsitinên navneteweyî kir ku helwestek zelal xwe li hember êrîşên Tirkiyeyê nîşan bide û wiha got: "Divê bêdengiya heyî ya li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê were bidawîkirin. Wê şervanên YPG/YPJ, QSD'ê û gelê Efrînê bi destanên ji lehengiyê mohra xwe li dîrokê bixin û li cîhanê bibin mînakeke bi rûmet. Berxwedan û serkeftin a gelê Efrînê ye."