'Ji bo maseyên çareseriyê jin girîng in'

  • 17:43 5 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Di pêşengiya DAKAP'ê de li Demîr Otelê panela bi hejmara 1323 "Jin, Aştî û Çareserî" hat lidarxisitn.  Jinan di panelê de bal kişand ser biryara bi hejmar 1325'an û gotin ku jin ji bo maseyên çareseriyê girîng in. 
 
Di pêşengiya Platforma Jinan a Dîlcle Amed (DAKAP)  li Demîr Otelê panela bi hejmara 1323 "Jin, Aştî û Çareserî" hat lidarxisitn.  Rêveberên HDP û DBP'ê, endamên DAKAP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA)  û gelek jinan di panelê de cih girt. Moderatoriya panelê Evren Ulutaş kir û axaftvan jî akademîsyena ku hat îxrackirin Fatma Bostan Unsal, Parlamentera CHP'ê ya serdeam 24'emîn û Seroka Komeleya Mafên Civakî Melda Onur û Ayşe Betul Çelîk bûn. 
 
Naveroka biryara 1325 hat vegotin
 
Di panela ku hat lidarxistin de ewil Ayşe Betul Çelîk axivî, Ayşe  Betul derabarê biyryara hejmar 1225  ku ji aliyê Lijneya Gitş a Neteweyên Yekbûyî  (BMGK) ve  axivî. Ayşe diyar kir ku dewletan ji bo vê qanûnê tu butçe veneqetandine û sembolîk e. Ayşe  Betul wiha herdewam kir: "Biryara hejamr 1325 di sala 2000'î de kirin meriyetê. Ger ku em bên ser girîgya tevlibûna jinan a nava vê biryarê di demên pêvajoyên aştiyê de; di navbera salên 1990 -2000'an de gelek kêm referans dihatin nîşandan.  Piştî biyraya aştî û ewlehiyê ev referans di warê jinan de zêde bû.  Jin li ser maseyên aştiyê bi mijarên ku ku mêr mijûl nabin re mijûl dibin."
 
'Di pêvajoyên aştiyê de zimanê jinan girîng e'
 
 Piştî Ayşe Betul Fatma Bostan Unal axivî û got ku li maseyên aştiyê ji jinan re cih nayê dayîn û muzakereyên li Kolombiyayê mînak nîşan dan.  Fatma wiha got: "Jin dikarin di pêvajoya şer de dubendiyê ji holê rakirin. Em mînaka vê dikarin li Îrlandaya Bakur bibînin.  Jin li wê 'Partiya Koalîsyona Jinan' ava dikin û dixwazin ku newekheviya di pêvajoyê de ji holê rakin.  Titşta ku rayedarên Îrlandayêa Bakur dibêjin 'Ger ku jin tunebûye wê ev aşatî pêk nehata' ye. Jin di warê lihevanîna kesan de serkeftî ne."
 
'Divê ku jin bi awayê wekhev tevli hemû komîsyonan bibin'
 
Herî dawî Melda Onur axivî û got ku Ayla Akat Ata ew vexwendiye panelê û ji ber ku îro Ayla girtî ye ew gelek xemgîn e. Melda got ku divê aştî di pêvajoya şer de jî bê parastin û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Piştî ku hikûmetê li tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bi dawî kir û ya şer da destpêkirin girîngiya pêvajoya aştiyê bêhtir xwe da der.  Berxwedana di warê mafên civakî de girîng e.  Tevlibûna jinan a nava pêvajoyê bêhtir di warê pirgirêka jinan de tê destgirtin.  Nêrîneke ku dibêje 'pirsgirêkên jinan bi jinan çareser dibin heye'  Em wekî mînak komîsyonên li meclisê dikarin nîşan bidin. Lê divê ku jin bi awayê wekhev tevli hemû komîsyonan bibin. Tevlibûna jinan a nava komîsyonên ewlehiyê jî girîng e. Lê mêr karê ku jin dikin girîng nabînin." 
 
Panel bi pirs û bersivan hat bidawîkirin.