Wê jinên herêma Cizîrê 8’ê Adarê li herêma Efrînê pîroz bikin

  • 17:29 5 Adar 2018
  • Rojane
 
 
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Jinên herêma Cizîrê ku bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê û pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, berê xwe dane herêma Efrînê coş û hestên xwe parve kirin û gotin:"Em ê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê li Efrînê pîroz bikin."
 
Jinên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe ve berê xwe dan herêma Efrînê da ku piştgiriya xwe nîşan bidin û 8'ê Adarê li jinên berxwedêr ku li hember êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê axa xwe diparêzin, pîroz bikin. Têkildarî mijarê jinan hestên xwe yên çûyînê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
 
Endama Meclîsa Kantona Qamişloyê Bihar Bekir êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û têkildarî çûyîna Efrînê de wiha got: "Em wek jinên herêma Cizîrê me xwe amade kiriye da ku em herin Herêma Efrînê û piştgiriya gel û bi taybet jinên wir bikin. Ev 45 roj in li hember artêşa Tirkiyeyê li ber xwe didin. Em jî jinên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe em ê biçin Efrînê û piştgiriya gel, bikin. Li pêşiya me 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê heye, ji ber vê yekê bi taybet armanca me ew e ku em 8’ê Adara 2018'an bi jinên berxwedana serdemê re pîroz bikin. Em ê bi hemû hêz, heyecan û îradeya xwe em û jinên Herêma Efrînê dê 8’ê Adarê bi hev re pêşwazî bikin, bila dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bizanibe ku li kêleka berxwedanê em ê 8'ê Adarê pêşwazî  û pîroz jî bikin. Em gelê Kurd ji tu dewlet û hêzên dagirkeriyê natirsin, ji ber ku me êrîşî axa kesekî nekiriye, tenê em parastina nirx, ax û hebûna xwe dikin. Ji ber vê yekê jî em ji tu kesî natirsin û em li pişta gelê Efrînê ne." 
 
'Serkeftin a gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye'
 
Welatiya bi navê Şêxa Xelef a ji pêkhateya Ereb jî hestên xwe wiha anî ziman: "Ez weke jineke Ereb berê xwe didim Herêma Efrînê ji bo ku em ji jinan re bidin diyarkirin ku ew ne bi tenê ne, em hemû li pişta jinên Efrînê ne, serkeftin a gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye û wê dagirker têk biçin." 
 
'Em tu carî serî li ber êrîşên dewleta tirk natewînin'
 
Her wiha endama Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Hesen jî wiha got: "Em ê biçin herêma Efrînê ji bo ku em 8’ê Adarê bi jinên Herêma Efrînê re pîroz bikin. Em ji Erdogan û dewleta tirk natirsin ji ber wek ku em di Kobanê de bi serketin, em ê di Efrînê de jî bi îradeya gelê xwe û hêza şervanên xwe bi ser kevin. Em gelê Kurd tu caran serî li ber êrîşên dewleta tirk natewînin û serkeftin a me ye."