Jinan li Farqînê ji bo 8'ê Adarê şahî li dar xist

  • 15:55 5 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ku berdewam dikin, Li Farqînê jî di pêşengiya TJA'yê de li navçeya Farqînê ya Amedê şahî hat lidarxistin.
 
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ku berdewam dikin, Li Farqînê jî di pêşengiya TJA'yê de li navçeya Farqînê ya Amedê şahî hat lidarxistin. Di şahiya ku li avahiya HDP'ê hat lidarxistin de rêveberên HDP, DBP'ê û gelek jin tevli bûn. Şahî bi rêzgirtinê hat destpêikirin û piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku dîroka jinên kurd vedibêje hat nîşandan.
 
Piştî sînevîzyonê aktîvîsta TJA'yê Bedî Akkaya axîvî, diyar kir ku ew demeke dirêj e amadekariya 8'ê Adarê dikin û wiha berdewam kir: "Ev sînevîzona ku hat temaşekirin jî nîşan dide ku em kurd xwedî dîrokeke kevnar in. Vê kûrahiya dîroka me bi xwe re dîroka jinên kurd jî derxistiye holê. Ji ber vê jî dîroknas, nivîskar  û di demên berê de ev destanên ku hatine nivîsandin li Kurdistanê ji bo  gelan nîşan dane ku ev erdnîgarî  buhişta civakîbûyînê ye . Lê belê zordest dixwazin îro Kurdistanê bikin dojeha gelan. Gelê me, keç û xortên me îro li ber xwe didin. Wê ji nûv e civakbûyînû bihuşta gelan li ser vê erdnîgariyê ava bikin û diyarî gelan bikin."
 
Bedîa di berdewama axaftina xwe de got ku ew vê biharê bi mizgîniya gelan pêşwazî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku berxwedana jinê wê serkeftin û azadiyê bi xwe re bîne. Wateya  vê 8'ê Adarê gelek girîng e. Ji ber ku wê bersîva demê di 8'ê Adarê û newrozê de bê dayîn. Bi rihê kawayan li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan heye. Em jî wek jin em ê di 8'ê Adarê de bibin xelekeke vê têkoşînê. Her jinekî ku niha li şahiyê ye em dixwazin ku  bi rengê xwe, Bi tilikiyên xwe û govenda xwe tevli mîtinga ku wê di 8'ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin bibin."
 
Şahî bi govend û dirûşmên "Bijî 8'ê Adarê" û "Bijî berxwedana jinan bi dawî bû."