Platforma Jinan a Îzmîrê: Wê di 8'ê Adarê de jin bi ser kevin
- 15:34 5 Adar 2018
- Rojane
ÎZMÎR/ANTALYA - Platforma jinan a Îzmîrê, bi minasebata 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da û got; "Li dijî qedexe, astengî em ji bo mafê xwe bêdeng namînin û natirsin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan."
Platforma Jinan a Îzmîrê bi minasebata 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê cîvîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li nunertgiya DÎSK'ê ya Egeyê hat lidarixistin de li ser navê platformê Tîjda Kiliç axivî û wiha got: "AKP îstîsmara zarokan, şîdeta jinê, kuştina jinan û şer meşrû dike. Wê jin li dijî êrîşa li ser mafên xwe yên ku bi têkoşîna bi salan bi dest xistin di 8'ê Adarê de dakevin qadan û bêdeng nemînin."
Piştî civînên jinên ji meclisa HDP'ê ji bo ku ji jinên girtî re kartê bişîn çûn Postexaneyê û ji jinên girtî re kartên bi nivîsa ' 8'ê Adara we pîroz be şandin.
Antalya
Jinên endamên Platforma Jinan a Antalyayê jî li ber postexaneyê kom bûn û ji jinên girtî re kartên bi nivîsên 'Ji jinên girtî re azadî' şandin.