Li Wanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê li navçeyan dest pê kir
- 14:17 5 Adar 2018
- Rojane
WAN - Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re li navçeya payizavayê 8'ê Adar Roja Jinên Cîhanê bi pêşengiya gelek jinan hate pîrozkirin.
Di çarçevoya 8'ê Adarê de xebatên jinan bê navber berdewam dikin. Li Serhedê jî ji taxan heyanî navçeyan jinan dest bi pîrozbahiyên 8 Adarê kirin. Li navçeya payizavayê li avahiya HDP'ê bi tevlîbûna gelek jinan 8'ê Adarê hate pîrozkirin. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê û temaşekirina sînevîzyonê dest pê kir.
Piştî sînevizyonê aktîvîsta TJA'yê Yildiz Çetîn axivi, Yildizê bal kişand ser tundiya li ser jinê û anî ziman ku yekitî û parastina jinan dê li hemberî zilma mêr bibe mertal û wiha axivi;"Di vê sedsalê de pêşengiya jinan jiyaneke nû tê afirandin û modelê jiyanê derdikeve holê. Em jin li her derê ne. Qetilkirina me tê wateya tirsa li hemberî hebûna jinan. Ji ber ku hişmendiya serdest jî baş dizane ku azadiya jinê daxwaza jiyaneke demokratîk e. Em li her deverên jiyanê tedikoş în. Bersiva herî mezin têkoşîna me ye. Niha jî ji yekitiya me û kelecana me hêza jinê derdikeve holê. Em bi kelecan diherikîn 8'ê Adarê. Ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim."
Piştî axaftina Yildizê li jinan qurnafîl û şirînahî hat belavkirin. Bername bi govend, tililî û dirûşmênb "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.