Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir

  • 14:11 5 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, ji bo hevdîtinên bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriyê Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozger daxwaza malbatan red kir. Heta niha 65 car in serlêdanên malbatan tên redkirin.
 
Mehmet û Fatma Ocalan ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re roja duşemê hevdîtinê pêk bînin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdozgeriyê serlêdana wan red kir. Her wiha malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysel Aktaş ê di Girtîgeha Îmraliyê de ne jî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan jî hat redkirin.
 
Malbat ji 11'ê Îlona 2016'an ve 65 carin ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê didin, lê hemû serlêdanên wan bi hinceta “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayê nebaş e” û “Rewşa Awarte” tên redkirin.