Jinên herêma Cizîrê û şandeya jinên Kurdistanê ji bo 8'ê Adarê berê xwe dan Efrînê
- 13:57 5 Adar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Jinên herêma Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û pîrozkirina 8'ê Adarê, berê xwe dan herêma Efrînê.
Bi vexwendina Kongra Starê jinên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Şehîd Xebat a taxa Hilêliyê ya Kantona Qamişloyê kom bûn û berê xwe dan Herêma Efrînê. Wê jinên Kantona Hesekê jî li Til Temirê tevlî vê karwanê bibe û biçin Efrînê da ku berxwedana wan silav bikin, piştgiriyê bidin wan û 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz bikin.
Di vê çûyîna jinan de, ne tenê jinên herêma Cizîrê hene, her wiha şandaye jinan a ji Lubnanê, ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê jî hene.
Li Qada Şehîd Xebat daxuyaniyek ji aliyê şandeya jinan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek jinên Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistan tu carî Efrînê bi tenê nahêlin, berxwedana serdemê dê bi ser bikeve. Em wek jinên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava niha berê xwe didin warê berxwedanê herêma Efrînê û em ê bi berxwedana serdemê re bin, heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe."