Jinên Şirnexê ji bo girtiyên jin name şandin girtîgehan

  • 13:53 5 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji jinên girtî yên di girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne name û qert şandin.
 
Jinên Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji jinên girtî yên di girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne name û qert şandin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Ozlem Kutlu û jinên Şirnexê li ba şaxa PTT'ê ya bajêr hatin ba hev û 53 nameyên ku nivîsandine û qertên 8'ê Adarê şandin jinên girtî yên di girtîgehan de. 
 
Jin ji aliyê polîsan ve heta PTT'yê hatin şopandin û dema ku jin vegeriyan avahiya bajêr jî dîsa polîsan ew şopandin.