Hezar jin ji bo bibin mertalên zindî ber bi Efrînê ve çûn

  • 13:38 5 Adar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Hezar jin di pêşengtiya Kongreya Starê de hatin ba hev û li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, ji bo bibin mertalên zindî û piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê berê xwe dan Efrînê.
 
Hezar jin di pêşengtiya Kongreya Starê de hatin ba hev û li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, ji bo bibin mertalên zindî û piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê berê xwe dan Efrînê. Jinên ku heyetên ji Fîlîstîn, Lubnan, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê hatine jî di nav de ye berî ku derkevin rê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî 8'ê Adarê" hat berzkirin û heyeta ku diyar kir ku serîhildana Efrînê û Fîlîstînê hevpar e, serîhildana gel silav kir. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan berê xwe dan Efrînê.