Dewleta tirk êrîşî Efrînê kir: Gelek sivîl birîndar bûn

  • 12:01 5 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Balafirên Şer ên artêşa tirk navçeya cindirêsê Gundê Derwiş û Alciya yê bi ser navçeya şera bi dijwarî bombebaran dike. Niha di vê kêliyê de jî artêşa tirk navçeya Mabata gundê Birîncê, gundê Mêrkan, gundê Şîtka bi obîsan topbaran dike.
 
Her wiha di encama vê êrişa balafiran de li gundê girêdayî Reco yê Berbene 20 kes di encama bomberabarnê de birîndar bûn.
 
Birîndarên ku navên wan aşkera bûn ev in: Dunya Ehmet Bekir, Nîroz Hesen, Emîne Mîhemed, Fewzîye Emîne, Fîdan Ehmed Bekîr, Emîne Mustefa, Nezîfe Hesen, Cimalka ehmed, Hidayet Elî, îlham xelîl, Dîcel Ehmed Bekir, Fatma Eslan, Semîra omer, Emîne Cuma, Huseyîn Abdulkadîr  û Şêxo Abdulkadir e.
 
Her wiha şeva din jî jina bi navê Remziye Ebdurrehman ya ji gundê Qeretepê yê navçeya Şera (57) di encama êrişa balafiran de jiyana xwe ji dest da.