Fîlîz Kerestecîoglu: Wê jin bi berxwedana xwe azadiya xwe bi dest bixin

  • 11:31 5 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fîlzî Kerestecîoglu, di nirxandina ku derbarê 8'ê Adarê de kir got; " Wê jin bi destê xwe azadiya xwe pêk bînin."
 
Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fîlzî Kerestecîoglu,  derabarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Efrînê de nirxadnin kir. Fîlz diyar kir ku wê aştî bi destê jinan pêk bê  û wiha got; "Em beriya 8'ê Adarê li Bakirkoyê hatin gel hev û me got ku em li dijî OHAL, zayendparêzî û şer li vir in."
 
Fîlîz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê jî û wiha got; "Em ji bo malbatên leşekrên ku li gel kevirek jî ji bo vî aliyê nehatiye avêtin ku nizanin ji bo çi li wêr in jî li wir bûn. Ger ku wê aştî bê vî welatî, çareseriyek pê bê, kurd û jin azad bibin ev wê bi destê jinan pêk bê. Ji ber vê em dibêjin bijî 8'ê Adarê û bijî berxwedana me."