Platforma jinan a Edeneyê banga 8'ê Adarê kir

  • 10:30 5 Adar 2018
  • Rojane
EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê, derbarê guhertina bernameya 8'ê Adarê de diyar kir ku ew ê li Qada Ugur Mumcu bên gel hev.
 
Li Edeneyê xebatên jinan ên derbarê çalakiyên 8'ê Adarê d berdewam dikin. Platforma Jinan a  Edeneyê, diyar kir ku ji ber Walîtiya Edeneyê destûr neda mîtînga 8'ê Adarê wan di bernameya xwe de guhertin kiriye. Endama platformê Merve Yilmaz, diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê saet di 16.00'an de li ber Şanoya Mîmar Sînan a Vekirî bên gel hev û li Qda û Ugur Mumcu kom bibin. Merve ya ku anî ziman ew ê li qadaê mîtîngê li dar bixin, bang li jinan kir û got: "Keda me, bedena me û nasnameya me ya me ye. werin em li van nirxên xwe xwedî derkevin."