Ji gundekî wêdetir rewşa kolektîf a utopyayê: JINWAR

  • 09:19 5 Adar 2018
  • Rojane
Rojbîn Ekîn
 
AMÛDÊ - JINWAR,  ji bo jinan cihekî alternatîf e û deriyên wê ji bo hemû jinên cîhanê vekiriye.
 
Li her derê cîhanê jin li dijî pergala serdest a mêr hewl didin qadên jiyanê yên alternatîf ava bikin. Li Kenya, Nîjerya an jî Meksîkayê, gundên jinan, kolanên jinan hatine avakirin û bi vêre jî modelên pergala jinan û çanda jiyanê hatin avakirin jî di nav van alternatîfan de dikarin bên nîşandan.
 
Li Misirê  gundê El Samaha û li Hîndîstanê jî gundê Hîwarê Bazar ji bo jinan hatin avakirin û ev jî di bin kontrola dewletê de hatine avakirin.  Mêr nikarin bikevin van gundan û zarok jî piştî temenekî ji dayikan tên veqetandin. Ligel stargehên jinan jî hene.
 
Jinên di Şoreşa Rojava de cih girtin, xebatên xwe li gundê JINWAR dimeşînin û gundê JINWAR cihekî ku ji bo cîhanê bibe model e.
Jinan tenê li ser mexduriyetê naynin cem hev û ji vê wêdetir tê hedefkirin ku pergala jinan a kolektîf bê avakirin. Di 10’ê Adara 2017’an de projeya gund hat destpêkirin û çêkirina wê jî tê de di her asta wê de keda jinê heye. Jin ji bo li gund bijîn ji niha de serlêdan tên kirin.
 
Rûmet Heval a di înşaat û projeya JINWAR de cih digire diyar kir ku gundê ava kirine ji bo jinan hêvî ye û wiha got: “Çand û dîrok li dora jinê hatiye hunandin. Navê gelek cihan li vir navê jinan e. Ji bo herêmekê dibêjin Dayika Bihar. Gundên navên jinan girtine jî hene.  Gundê Melek, Iteşanê, Baykuş, Selma, Xatuniyê, Xizne û Jiyanê. Projeya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk jî girîngiyek mezin dide van rolên jinan. Jinan di şoreşa Rojava de pêşengiyek mezin kir ji xwe. Ev pergal û jiyan hemû ya jinê ye. Lê dîsa jî me got divê cihên aydê jinan hebe û me projeya JINWAR nîqaş kir.
 
Dîcle: JINWAR mala min e
 
Dîcle ya jiyana li JINWAR tercîh dike, 24 salî ye û sê zarokên wê hene. Di 14 saliya wê de hatiye zewicandin.  Dîcle Feysal Ebdulla ku ji Dirbêsiyê ye, dema şerê Sûriyeyê dest pê kiriye koçî Başurê Kurdistanê kiriye û di zewaca 10 salî de rastî şîdeta mêr hatiye, dest ji hevjînê xwe berdaye û vegeryaye Rojava. Mêrê ku zarokên wê ji dest girt, niha tenê xeyala wê ev e ku bi zarokên xwe re li JINWAR'ê bijî.
 
Dîcleyê bi lêv kir ku ji vir şûnde jiyana xwe wê bi xizmeta ji bo jinan berdewam bike û got: “JINWAR, cihê min e, warê min e, mala min e. Ez xwe li vir bi ewle hîs dikim.”
 
Mayayê pêşeroja xwe girtiye dest xwe
 
Yek ji jinên ku JINWAR'ê wek mala xwe tercih kiriye, Maya ye. Maya 17 salî ye û her karê li gund dike. Maya JINWAR’ê wek qada perwerdeyê dibîne û dibêje: “Ji bo ez bibim jinek xurt ez li vir im. Ez bawer im ku ez ê dersên herî baş li vir bigirim. Ji pêşeroja xwe min JINWAR tercîh kir.
 
Şopên neolîtîk 
 
Gundê JINWAR'ê şopên Neolîtîk jî dihundirîne û li gund 30 xanî, dibistan, akademiya jinan, kafeterya, navenda tipê, muze, hewz û ji bo zarokan qadên lîstikê hene. Xaniyên wê ji 3 ode, şerşok, tuwaletê pêk tê û xanî kerpîç in. Li JINWAR'ê ya ku jiyana ekolojîk û çand wê bê pêşxistin, xizmeta dildar jî esas digire.
 
Sîham Elî ya 45 salî ku ji gundê Êtşanê hatiye, xizmeta ji bo gund tercîh kiriye û got ger ji bo wê jî xaniyek bê dayîn wê bi giştî bê li vir bijî.