Li gel bêdengiya cîhanê jinan dest dan hev!
- 09:02 5 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê 8'ê Adarê li tevahî jinên cihanê piroz kirin û gotin ew ê bi berxwedana xwe jinê azad bikin.
Jinên Kantona Kobanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê ne tenê 8'ê Adarê ewê di 8'ê Adarê û di hemû rojên salê de ji bo azadiya jinê berxedanê bikin û jinan azad bikin.
Jinên ku ku ji bo mafên xwe, agir berdan bedena xwe bûn bingeha 8'ê Adarê. Jinên ku li Bajarê New York'ê ya Amarika yê di kargehekê de kar dikirin ji bo mafên xwe bûn dîroka têkoşîna jinê. Ji bo neheqiya ku li ser wan di hat ferzkirin, di sala 1857'an de dest bi çalakiyê kirin. Lê polisên New York'ê jin li kargehê hepis kirin. Li kargeha ku jin lê hatin hepiskirin agir derket û di encamê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku ev roj neyê ji birkirin, di konferansa Jinan a Navnetewî ya di sala 1910'an de li Danîmarkayê ku hat lidarxisitn de, bi pêşniyara Rêvebera Partiya Civaka Demokratik ya Almanyayê Clara Zetkînê ew roja ku jinên mafên xwe xestin hatin şewitandin 8'ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê hat qebûlkirin û ji wê rojê û şûnde di her 8'ê Adarê de jin dadikevin qadan û li dijî binpêkirina mafên jinan çalakiyan li dar dixin.
Wekî ku li tevahiya cîhanê 8'ê Adarê tê pîrozkirin di dawiya salên 70'yî de jinên kurd jî li li bakurê Kurdistanê daketin qadan û dest bi pîrozkirina 8'ê Adarê kirin. Bi geşbûna berxedana kurdan a di pêşengiya PKK'ê de ev roj bi awayekî girseyî li seranserê Kurdisanê jî bi awayekî girseyî êdî tê pîrozkirin . Piştî ku kurd li Rojava Bakurê Sûriyeyê jî ji desthilatdariya rejîma Sûriyeyê rizgar bûn û di pêşengiya jinên kurd de li rojava şoreş pêk hat ev du salin 8'ê Adarê li Bakûrê Sûryê jî tê piroz kirin.
Pêşengên 8'ê adarê jin in!
Jina bi navê Evîn Qadir 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got:`` Ez weke jineke kurde roja 8'ê Adarê li tevahî jinên kurd piroz dikim. Jinên me yên kurd yên weke Arin Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê em gîhandin vê rojê. Ji ber vê ez 8'ê Adarê li tevahiya jinên berxedêr piroz dikim û serkeftinê ji wan re di xwazim. Divê rojê de jinên li bajarê New York Amarikayê hatin şewitandi jî bi bir tînim û bejna xwe li himber wan ditewinîn."
Dayika bi navê Fatam Mehmûd jî di serî da 8'ê Adarê weke jin li xwe piroz kir û got: "Ez 8'ê Adarê li tevahî jinan bi taybet jinên kurd piroz dikim. Ez vê rojê li berxwedêrên li Efrînê piroz dikim û berxwedana Efrînê silav dikim. Em ê pişta dijmin bişkinin û wê Efîn bi ser keve." Herwiha Eyşe Silêman jî got ku ew 8'ê Adarê li tevahî jinan, jinên Efrînê û li Serok Apo pîroz dike ji ber ku ew bi fikir û felsefeya rêber Apo gîhane vê rojê.
'8'ê Adarê li jinên Kedkar pîroz be'
Jina bi navê Hediyeê Xelîl Mehemed jî wiha hestên xwe anîn ziman "Ez 8'ê Adarê li tevahi jinan, jinên kedkar û jinên Efînê piroz dikim." Hedlê wiha pêde çû: "Divê her jinêkê êdî bindestiyê qebûl neke û bêje ez dixwazim azad bibim ez jî di vê cîhanê de cih digirim. Jinek îro dikare zarokên azad yên civakê xwedî bike. Minaka herî ber bi çav dayika Uveyş bû ku Serokek gîhand."
Hediye di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Erînê ku jin didin jî û wiha dawî li axafitna xwe anî:"Em jinên Efrînê weke mînaka sembola berxwedanê digrin dest.Îro bi berxwedaneke ewqas mezin li ber xwe didin.Di her cihî de jinên Efrînê cih digrin. Ji bo ev berxwedan bi ser bikeve ji xwe jî wan bi xwe 8'ê Adarê bi berxwedaniya xwe li xwe piroz kirine."