'Wê nikaribin bi êrîşên xwe îradeya me bişkînin'

  • 09:01 5 Adar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
 
EFRÎN - Koçberên jin ên Kampa Rûbar êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin: "Herêma Efrînê cihê aramî û wekheviya gelan e. Em koçberî Efrînê bûne, lê dewleta tirk a dagirker nahêle em bi aramî bijîn."
 
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêma Efrînê di roja 45'an de dewam dikin. Koçberên ku ji tevahiya bajarên Sûriyê ji ber hovîtiya rêjîmê û komên çete koçberî herêma Efrînê bûne û li Kampa Rûbar a herêma Efrînê bi cih bûne, niha dîsa rastî êrîşên dewleta tirk  û çeteyên wan tên. Koçberan êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê û li ser koçberên ku li wir bi cih bûne şermezar kirin û derbarê êrîşan de nerînên xwe anîn ziman.
 
Koçbera bi navê Emîne Ehmed wiha got: "Heta kampên koçberan jî li herêma Efrînê ji êrîşên dewleta tirk û çeteyên OSO'yê para xwe digirin.. Rêxistinên Mafê Mirovan jî li hemberî van êrîşan bêdeng dimînin, tevî van hemû êrîşên gelê kurd li herêmê  berxwedana xwe didomîne."
 
'An serkeftin yan serkeftin'
 
Koçbera bi navê Neda El-Ehmed wiha got: "Îro hêza gelê Sûriyê bi tayîbet a gelê kurd ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye perwerdekirin, ji top û balafirên dewleta tirk a dagirker natirse û dirûşma wan 'An serkeftin yan serkeftin e."
 
'Nikarin îradeya me bişkînin'
 
Herwiha Rêvebera Kampa Rûbar Sûzan Oso jî wiha got: "Ji destpêka êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê her roj Kampa Rûbar tê hedefgiritn. Erdogan baş dizane ku Kampa Rûbar tenê ya koçberan e, lê dîsa jî di hedefê de ye. Ji ber ku şervanên YPG û YPJ'ê li Efrînê piştgiriya gelê kurd û hemû pêkhateyan dikin û canê xwe ji bo axa xwe feda dikin,dewleta tirk êrîşî wan dike û komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne. Berxwedana Serdemê wê heta serkeftinê dewam bike,ji ber ku gelê Sûriyê xwedî îrade ye. Wê Erdogan nikaribe bi êrîşên xwe vê îradeya me bişkîne."