ROJEVA 5'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 5 Adar 2018
  • Rojev
*Piştî 'Şoreşa Îslamê' şûnde jinên Îranê, bû hedefa otorîteriya zextxwir û hemû mafên wan ên hatine qezenckirin ji destên wan hatin girtin. Jinên Îranê tevî hemû zextan dest ji serhildanê bernedan. Jinên Îranê yên mîrateya têkoşîna Mîna Qazî dewr girtin niha ji bo 'ba li ser porê xwe hîs bikin' li her çar alî welat çalakiyên 'Çarşema sipî' pêk tînin. Li Başûrê Kurdistanê jî bo Margaret George Shello re Leyla Qasim û Viyan Soran navên xwe bi tîpên zêrîn li dîroka jinên Kurd nivîsîn û têkoşîn hîna jî tê berdewamkirin.
 
*Koçberên jin ên Kampa Rûbar êrîşên dewleta tirk û yên OSO'yê yên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin: "Herêma Efrînê cihê aramî û wekheviya gelan e. Em koçberî Efrînê bûne, lê dewleta tirk a dagirker nahêle em bi aramî bijîn." BI DÎMEN
 
*Jinên Kantona Kobanê 8'ê Adarê li tevahî jinên cihanê piroz kirin û gotin ew ê bi berxwedana xwe jinê azad bikin. BI DÎMEN
 
*Endama Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Mekiye Guzel 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê pîroz kir û anî ziman ku zextên li ser jinan nikarin xêza wan a têkoşînê bişînin.  BI DÎMEN
 
*JINWAR,  ji bo jinan cihekî alternatîf e û deriyên wê ji bo hemû jinên cîhanê vekiriye.
 
*Terziyên jin ên ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin hewl didin sîparîşên xwe bigihînin û wiha gotin: “Em ê wê rojê coşa jinan bi rengên kiras û fistanan bînin cem hev. Em ê jî bi coş û rengên xwe dakevin qadan.” BI DÎMEN
 
*Jinên ji Platforma Jinan a Edeneyê, ji rêxistinê ked û pîşeyê û partiyên siyasî, ji bo 8’ê Adarê bang kirin û gotin: “L dijî kuştinên jinan, îstîsmara zarokan, şîdet û şer, ji bo jinên Efrînê dakevin qadan.” BI DÎMEN
 
*Aktîvîstên jinan destnîşan kirin ku xesandina kîmyewî di pêşîgirtina îstîsmara zarokan de ne tedbîreke mayînde ye û ji komîsyona derbarê pêşîgirtinê de hatiye avakirin jî ne bi hêvî ne. BI DÎMEN
 
*Jinên ku bi kelecanek mezin li bende televîzyona jinê Jin Tv’yê ye ku ew ê di 8’ê Adarê de dest bi weşanê bike, diyar kirin ku piştî rojnamegeriya jinê avakirina televîzyonê gelek watedar e. BI DÎMEN