Heyva Sor a Kurd: Pewistiya jin û zarokan bi alîkariyê heye
- 17:02 4 Adar 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Kantona Kobanê Leyla Necatî ji bo alîkariya zarok û jinên Efrînê bang li rêxistinên Mafên Mirovan kir û got ku piştgiriya bidin jin û zarokên li Efrînê.
Ev 44 rojin li ser herêma Efrînê bênavber êrîşên dewleta tirk û çeteyên OSO'yê didomin. Herî zêde jî zarok û jin ango sivîl dibin qurbana van êrîşan. Li hemberî van êrîşan saziyên mafên mirovan jî bêdeng in. têkildarî mijarê endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Kantona Kobanê Leyla Necatî got ku Heyva Sor a Kurd li Herêma Firatê ji bo alîkariya jin û zarokan ketiye nava tevgerê û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyê bidin zarok û jinên Efrînê ji ber ku pêwîstiya wan bi alîkairyê heye.
Rêveberiya Heyva Sor Leyla Necatî diyar kir ku endamên Heyva Sor ji bo rewşa Berxwedana Serdemê û zarokên Efrînê amede ne û wiha got: "Ji bo piştgiriya berxwedana Serdemê em her dem amade ne. Em bi berxwedana Efrînê re rabûn û me dest bi çalakiyên xwe kir. Destpêkê me li Kobanê, Sirînê û Girê Spî konê alîkariyê danî, gelê me jî bi rengekî aktîv alîkariya gelê Efrînê kir. Lê gerek gel rabe û hîn bêhtir ji Efrînê re bibe alîkar."
Leylayê herî dawî wiha got: "Komek lezgîn hatiye avakirin ji bo dermankirina birîndarên herêma Efrînê. Heta niha ti rêxistinên mafên mirovan bi me alîkarî nekirine. Ji bo vê ez bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikim ku bi gelê Efrînê re bibin alîkar, ji ber ku dayik û zarokên Efrînê pêwistiya wan bi alîkariyê heye."