Pervîn Buldan: Ez bang li her kesî dikim ku tevli îtîfaka azadiya jinê bibin

  • 16:34 4 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ku di Mîtînga 8'ê Adarê ya li Stebolê de axivî diyar kir ku jin di xeta hevpar a berxwedanê de hatin gele hev  û bal kişand ser îtîfaka siyasî ya dawî. Pervîn wiha got: "Îtîfaka me jî heye lê ne ya hilbijartinê ye. Navê vê îtîfaka jinan û îtîfaka azadiya jinan e. Em hemû kesî vedixwînin vê îtîfakê."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP )  Pervîn Buldan ku di Mîtînga 8'ê Adarê ya li Stebolê li Qada Azadiyê ya li Bakirkoyê de axivî bi hezaran jinên tevli mîtîngê bûn bi kurdî û tirkî silva kir û 8'ê Adara wan pîroz kir. Herwiha Pervîn a ku axafitna wê bi dirûşman dihat qutkirin ji siyasetmedarên di girtîgehê de re jî silav şand. 
 
'Em ê li dijî polîtîkayên AKP'ê di berxwedanê de bin'
 
Pervînê di axafitina xwe de got ku ew li dijî zîhniyetadixwaze îradeya jinan tune bike îro bi mîlyonan jin li qadan e û we pirotesto dikin û waiha got: "Kesên ku vî welatî rêve dibin li dijî tacîz tecawiz û kuştina jinan bêdeng in û temaşe dikin. Wê ji îro û pê de jin li dijî şîdeta we dest bidin hev û  vê zîhniyeta we bi berxwedana azadiyê têk bibin." 
 
'Heta ku demokrasî bê em ê di berxwedanê de bin'
 
Pervîn di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Heta ku Dayika Sîsê, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel bên vê qadê wê berxwedana me berdewam bike. Di serî de girtiyên li girtîehan em ê vî welatî azad bikin. Heta ku jinên kurd azad nebin jinên tirk jî azad nabin û Tirkiye aazd nabe. Heta ku Tirkiye jî azad nebe Rojhilata Navîn jî azad nabe. Heta ku demokrasî bê vî wlatî em ê têkoşînê bidin."
 
'Ev îtîfaka azadiyê ye'
 
Pervîn bal kişand ser îtîfakên ku di demên dawîn de tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îtîfaka me jî heye lê ne ya hilbijartinê ya azadiyê ya jinê ye. Ev îtîfaka ku bi jinên Tirkiyeyî re hatiye kirine. Di vê îtîfakê de jinên kurd, laz çerkez, tirk  hene û em hemû kesî vedixwînin vê îtîfakê."