YPJ: Ji Kobanê heta Efrînê berxwedaneke bêhempa tê dayîn
- 15:28 4 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ya herêma Efrînê têkildarî berxwedana Efrînê ya ku di roja xwe ya 44'an de didome daxuyaniyek nivîskî weşand.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Efrînê têkildarî berxwedana Efrînê ku di roja xwe ya 44'an de didome, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: Bi rihê Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr ve berxwedana Serdemê didome, wê heta dawiyê jî bidome."
Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:
"Di her dîrokekî gelande tişta ku xwe dispêrê heye, dîroka gelê me jî di rûpelên dîrokê de berxwedanekî bi tîpên zêrîn tê nivsandin heye. Berxwedana Serdemê kete roja xwe ya 44'an de, bêguman berxwedana Serdemê mîrasa Kobanêye ku îro li Çiyayê Kurmênc tê meşandin e.Rastiya jiyana bedew berxwedana dehan keç û xort ku ji bo axa xwe giyanê xwe dikine mertal heta nefesa xwe ya dawiyê li hemberî hemû hovîtîya dewleta tirk a dagirker, çeteyên wê DAIŞ, El-Nusra û El-Qaide tê meşandin.Bi rojane li herêma Efrînê êrîşên hovane tên meşandin.Di wan êrîşande qirkirina gelekî tê armanckirin.Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze seferên Osmaniyan berdewam bikin.Weke bav û kalên xwe li pey talanêne.Îro li Efrînê tişta ku pir zelal tê dîtin eve.
Hêzekî fedayî
Bi rihê Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr ve berxwedana Serdemê didome,wê heta dawiyê jî bidome.Li Efrînê dîrok tê nivisandin, ew dîrok bi destê jina Kurd tê nivîsîn, jina ku ziravê dagirkeran diqetîne ango YPJ'ê bûye xofa herî mezin di dilê dagirkeran û çeteyên wande.Efrîn çiyayê Kurmênc bûye destana berdewamiya Miştenûr,çawa Arîn Mîrkan çete tunekirin û rih da hemû dilên li benda azadiyê, bi heman fikir û ramanî Avesta Xabûr bi wêrekiyekî herî mezin êrîşî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û xemla çiyayê Kurmênc bedewtir kir.
Li Efrînê bi rojane li hemberî teknîka herî pêşketî weke balafir keşîf,tank,obîs,katuşa,havan û hemû cureyên çekên giran ve êrîş tê kirin.Tevî hemû hovîtîya ku tê meşandin şervanên YPJ-YPG bi lehengiya dîrokî li berxwe didin. Heta vê kêliyê teknîka ku li Efrînê hatiye meşandin li ser kîjan dewletê hatiba meşandin, wê ne 44wê nikarîba 44 seatan li berxwe bidaya. Îradeya me ji hemû cureyên teknîkê pêşketîtir e. Me di kar û çalakiyên xwe de jî ev yek nîşanî hemû cîhanê daye.Bila gumanên tu kesî nebin heta ku yek ji me heye em ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.
Wê daxawaza dagairkeran bi cih neyê
Bi hovane êrîşkirina axê û dagirkirina wê cuda ye, bi bawerî,hezkirina axê û tekoşîna rumetê meşandin jî cudaye.Herkesê ku li ser Efrînê hesabên qirêj dikin bila bizanin ku li Efrînê şervanên azadiyê, hevalên Arîn,Gelhat,Rêvan, Peyman, Destîna, Avesta û Barînan hene, wê ev hesabên wan ên gemar bi cih neyên. Em gelê xwe yê ji Şengal,Cizîr,Kobanê,Raqa,Tepqa,Dêrazor,Heleb û şandeya jinên Kurdistanî ji Başurê Kurdistanê hatine weke YPJ'ê silav dikin.Her wiha jinên berxwedêr jinên Efrînê ku bi rojane li kêleka şervanên xwe sekinîne jidil û can silav dikin.Em weke YPJ'ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê tekoşîna azadiyê bidine meşandin."
Herkes çavên xwe digire
Cîhana ku em têdene, gelekî bê edalete, herkes êrîşên li ser Efrînê dibîne lê herkes çav,guh û zimanê xwe girtiye, ev jî dide nîşandan ku di cîhanê de edaleta ku li ser pelên spî hene ne rastin.Ger rastî bana wê ewqasî zarok û jin nehatibana qetilkirin.Em ji hêza xwe ya cewherî bawerin emê tucar pişta xwe nedin tu kes û hêzan.Yên ku dixwazin Rastiya şervanên YPJ-YPG'ê bibînin dikarin bibin şopdarên azadiyê.Bendewariyên me ji tu kesî nînin, tenê bila herkes bizane ku li Efrînê qirkirina gel heye, ger ji xwe re dibêjin parêzvanên mirovan wê demê bila erka xwe bi cih bînin.Wek fermandariya YPJ'êheta em xeyalê şehîdên xwe pêk neyînin, sekinandin tuneye.Ala wan bilindkirin erkame ya serekeye.Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û gelê xwe ya pêwîst emê bikin. Di dawiyê de em dibêjin serkeftin a gelê azadîxwaze, wê Berxwedana Serdemê bibe rizgarkirina mirovahiyê."