Jin TV di 8'ê Adarê de dest bi weşanê dike!
- 14:40 4 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Newa ya Jinan bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê televîzyona jinê Jin TV ya ku hemû xebatkarên wê jin in di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dest bi weşanê bike.
Di daxuyaniya Weqfa Newa ya jinê de wiha hat gotin:
"Xebatên me yên Jin Tv ku me di 9'ê Çileyê de ragihandibûn heta asteke girîng temam bûn.
Ji tekoşîna maf, ked û azadiyê ya çil hezar jinên sala 1857'an li bajarê New York'a Emerîka heta sala 2018'an, tekoşîna azadiyê ku jinan di qada siyasî, civakî, huquqî û di hemû qadan de mezin kiriye ji bo me bûye çavkaniya îlhamê.
Di 8'ê adara 2018'an de jin, bi îdîaya bi dawîkirina şîdeta li ser beden û keda jinê ku lutkeya pergala desthilatdar a zilam e, li çar aliyên cîhanê dadikevin qadan. Jin îdîaya xwe, armanca xwe, daxwaza xwe, rêxistiniya xwe mezin dikin, xurt dikin.
Em jî weke weqif ji bo dengê hemû jinên cîhanê, gotin û têkoşîna wan ragihînin û bi wan re hevdîtinê pêk bînin, weşana testê a Jin Tv didin destpêkirin.
Em hemû jinan vedixwînin ber ekranê "Dengê jinê, rûyê jiyanê: Jin Tv" temaşe bikin û bidin temaşekirin."
Hûn dikarin televîzyona ku weşanek pir zimanî, pir çandî û pir alî esas digire, li ser vê frekansê temaşe bikin:
Uydu: Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarizasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500
FEC-rate: 5/6