Dengê jinê vedeng dide berxwedana Herêma Efrînê!
- 14:14 4 Adar 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
TIRBESPIYÊ - Derbarê 8'ê Adarê Roja jinan a Cîhanê de xebatkarên Radyoya jin Star FM ya Bajarê Tirbespiyê nirxandin kirin.
Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re, xebatkarên Radyoya Star ya jinê bi ajansa me re li ser 8'ê Adarê nirxandin kirin û nêrînên xwe parve kirin. Rêveberiya Radyoya Star FM a bajarê Tirbespiyê Samiya Hemid got ku ew 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dike.
'Ez 8'ê Adarê di serî de li jinên Erînê pîroz dikim'
Pêşkêşvana Radyoya Star FM Hêvî Xelef jî bal kişand ser 8'ê Adarê û wiha got: " li Ez 8'ê di serî de li jinên Herêma Efrînê û hemû jinên cîhan pîroz dikim. Jinên ku di eniyên pêş û di çeperên şer de li ber xwe didin ew bûne sembola hemû meh û rojan. Ne bitenê roja 8'ê Adarê divê hemû rojên salê bibin roja jinan û 8'ê Adarê."
'8'ê Adarê li şervanên jin pîroz be'
Solîn jî li ser vê rojê nêrîna xwe wiha anî ziman:"Di despêkê de em cejina 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdualh Ocalan pîroz dikin. Em bi saya ked, fikir û felsefeya wî gihan mafê xwe yê azadiyê û me azadiya xwe bi dest xist. Her wiha şervanên YPG, YPJ û QSD'ê yên ku niha di çeperên şer de li Herêma Efrînê berxedaneke mezin dimeşanin em 8'ê Adara wan pîroz dikin. Em li hemû jinên Rojhilata Navîn jî vê rojê pîroz dikin."
Solîn bal kişand ser gotinên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wiha vegot:"Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo azadiya jinê dibêje:'jina xwedî îrade dikare gelek tiştên baş bike', yek ji wan tiştan jî avakirina civakeke azad e.Gelek salên 8'ê Adarê di ser me re derbas bûn, lê sala yekemîn e ku li Herêma Efrînê berxwedaneke ewqas mezin bi pêşengtiya jinê tê kirin."