'Dem dema şoreşa jinê ye'
- 13:30 4 Adar 2018
- Rojane
NAVNEDA NÛÇEYAN - KJK'ê bi minasebata 8'ê Adar Roja Jinan a Cîanê peyamek weşand û wiha bang li hemû jinên cîhanê kir: "Werin em asta xwe ya zanînê û tecrûbeya xwe ya berxwedanê bi hev re bikin û îtîfaka xwe ya demokratîk pêk bînin. Em ne parç parçe bi hev re li ber xwe bidin û sedsala 21'emîn weguherînin serdema azadiya jiên. Ji ber ku dem dema şoreşa jinê ye."
Komalên Jinên Kurdistan (KJK), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand û bi vî rengî bang li jinên cîhanê kir: "Ji Çiyayên Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinê civakîbûn pêş dikeve, em we bi azweriyeke mezin ya azadiyê û îradeya têkoşîna xwe, silav dikin. Ji taxên Rojava heya daristanên Amerîka Latîn, ji Kolanên Ewrûba heya deştên Efrîqa, ji newalên Rojhilata Navîn heta qadên Amerîka, ji çiyayên Asya heya zozanên Avustralyayê; hemû jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê bilind dikin, bi hezkirineke bêsînor û hesten herî şoreşgerî hembêz dikin." Bi munasebeta 8'ê Adara sala 2018'an Roja Navnetewî ya Têkoşîna Jinan, em hemû jinên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin, li dijî her cure koletî, mêtîngerî û dagirkerî têkoşîn dan û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin.
Bîranînên wan hêzê dide me
Ji Roza Luxemburgan heya Sakîne Cansizan, ji Kîttur Raniyan heya Berta Caceresan, ji Ella Bakeran heya Henana Reqayî, ji Cemîle Bouhîredan heya Sena Mehaydalîya Filistînî û Nadya Ancumenan, em minetdarên hemû nemirên têkoşînên azadiya jinê ne. Roniya wan tarîtiya bi ser me ve tê sepandin, diçirîne; di rêya ku ew ronî dikin de em ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi vê re girêdayî em, hemû wan jinên ku ji ber şîdet, şer, êrîşên dewlet, dagirkeriya mêtîngeran, hêzên bi rûpoşa olî, çeteyên mêr, qaşo hevser û hezkiriyan di dirêjahiya 5 hezar sal pergala zilamsalar de hatin qetilkirin bi bîr tînin. Bîranîna wan jinan biryardariya me ya ku em teqez qirkirina jinê ku şerê herî dirêj yê di cîhanê de ye bidawî bikin, mezin dike.
'Em di pêvajoyeke dîrokî de ne'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoyê û wiha hat gotin: "Em di navgîna pêvajoyeke dîrokî de ne. Pergala zilamsalar ya 5 hezar salî ku bi şaristaniya dewletdar re hevtemen e, qeyraneke avanî ya kûr dijî. Em wek jin divê sedem û encamên vê qeyrana pergalê baş tehlîl bikin, tesbîtên bihêz deynin holê û persepktîfên ku têkoşîna me mezintir bike, pêş bixin. Ji ber ev qeyrana avaniyê ya pergalê bi qasî ku ji bo hemû jinên cîhanê metirsîdar e, ji bo pêşxistina azadiya jinê jî derfetên ku sedsalan carekê derdikeve holê pêşkêş dike. Heta em dibêjin: em dikarin sedsala 21'an werguherînin bi ser serdema azadiya jinê. Ev xeyal an jî ûtopya nîne. Ev heqîqetek e. Lê ji bo pêk were lazim e em programa azadiya jinê ya sedsala 21'an deynin holê. Ji bo vê jî beriya her tiştekê divê em nakokiyên bingehîn û taybetmendiyên vê serdemê rast tê bigihîjin. Ev nakokî û taybetmendî, ji bo azadiya jinan kîjan derfet û rîskan di nav xwe de hildigire? Ji me rêxistin û bizavên jinên cîhanê re kîjan berpirsyarî derdixîne holê?
'Rêya parastina rêya sêyemîn erka me ye'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser ji nû ve diîzaynkirina Rojhilata Navîn û wiha hat gotin: "Ji ber vê sedemê, li kêleka statukogeriya dewletên herêmê û mudaxelegeriya hêzên derve ya jinûve dîzaynkirinê, parastina Konfederala Demokratîk wek Rêya Sêyemîn ji bo me hemûyan erk e, bi qasî wê jî ji derveyî sînorên Suriyê û Rojhilata Navîn jî, xwedî girîngî ye. pergala Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê di şert û mercên şer û berxwedanê de bi pêşengtiya jinê hatiye înşakirin, ev pergal yegane modela çareseriyê ye ku bikaribe pevçûn, nakokî, kaos û qeyranên ku sed sale bi şêweyeke sîstematîk dubare têne afirandin, bide rawestandin. Sînorên hatin çêkirin û Netew-dewletên piştî Şerê Parvekirinê ya Yekemîn hatin damezirandin, bi tu awayî li gor avaniya etnîkî, çandî, bawerî û civakî ya herêmê nebû, dînamîtkirina çanda jiyana hevpar ya bi hezaran salî hedef dikir. Îro li bakûrê Sûriyê ji bo cara yekem pergalek înşa dibe ku xwe dispêre tevlîbûna azad û wekhev ya jinê, pir-rengiya olî û etnîkî, demokrasiya tevkar pêş dixîne. Ev model li beramberî rejîmên nêr, zayendperest, yekperest, netewperest û mezhebperest yên bi dehan salin ji hêla pergala cîhanî ve hatin xwedî kirin, alternatîfeke demokratîk e. Ji pirsgirêkên kevnbûyî yên Rojhilata Navîn re çareserî pêşkêş dike."
'Bila sedsala 21ê bibe sedsala azadiya jinê'
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxedana Erînê û hêza jinê û wiha hat gotin: "Kesayeta Efrînê de hêzên azadiyê û hêzên serdest-faşîst li dijî hev şer dikin. Dewleta Tirk a faşîst, bi feraseta xwe ya herî gemarî, serdest, faşîst û dîktator ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê dike û dixwaze vê feraseta xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike. Paşverûtî, faşîzm, serdestiya mêr û dijminatiya li gelan ku di kesayeta dewleta tirk de şênber bûye, ne tenê li dijî lurdan, her wiha li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ue. Bêguman derketina holê ya statuya jinê aliyeke mijarê ye. aliyê herî girîng bi pirsgirka rizgariyê ve têkîldar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê hîna bêtir girîng e. Pirî caran tê gotin ku asta azadiya giştî ya civakê bi asta azadiya jinê ve elaqedar e. Ev gotina rast, ya girîng ewe ku divê naveroka wê çawa were dagirtin. Azadî û wekheviya jinê tenê azadî û wekhevîya civakî diyar nake. Ji bo vê teorî, program, çalekî û rêxistin jî hewce dike. Ji wê jî girîngtir nîşan dide ku bêyî jinê siyaseta demokratîk nabe, heta polîtîkageriya çînî jî dê nîvco bimîne, dê aştî û hawîrdor jî neyê pêşxistin û parastin."
'Banga ji jinên cîhanê re'
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin : " Em wek Komelên Azadiya Jinên Kurdistanê bi wesîleya 8'ê Adara sala 2018'an bang li jinên cîhanê dikin; werin em hemû bi hev re ji bo azadiya jinê teorî, program, rêxistin û çalekî pêş bixin. Bi zanebûna ku tenê têkoşîna rêxistinî dê encamgir be, di her qada jiyanê de birêxistin bibin û mezin bibin. Ew asta têghiştina xwe, hêza xwe ya analîz, ezmûnên têkoşînê û perspektîfên xwe hevbeş bikin, îtîfaqa demokratîk pêşbixin. Em ji hev qut nebin, bi hev re têkoşîn bikin. wiha jî sedsala 21'an em bikin serdema azadiya jinê! Ji ber ku tam demê wê ye! demê şoreşa jinê ye."
Daxuyanî bi van dirûşman bi dawî bû: "Her der Efrîn, her der berxwedan e", Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê ya Gerdûnî" û
"Jin, Jiyan, azadî"