Asya Abdullah: Divê hemû jinên cîhanê bi rûhê 8'ê Adarê li gel Efrînê bin

  • 12:13 4 Adar 2018
  • Rojane
Ruhenda Amed
 
EFRÎN - Hevseroka TEVDEM'ê Asya Ebdullah diyar kir ku berxedana li Efrînê îro li Efrînê tê dayîn bi rûhê berxedana Kobanê berdewam dike û got ku ji berxedana ku li dijî êrîşên dagirkirina Efrînê 44 roj in tê dayîn re jin pêşengiyê dikin. Asiya ya ku peyama 8'ê Adarê jî da wiha got: "Divê ku hemû jin binin dengê berxedana li vê derê tê kirin û bibin dengê jinên ku li eniya şer berxedanê didin.  Divê hemû jinên cîhanê bi rûhê 8'ê Adarê li gel Efrînê bin." 
 
Hevseroka Tevgera Demokratîk a Gelan (TEVDEM) Asya Ebdullah ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi berxedana Efrînê pêşwazî got ku "Berxedana Serdemê" encma Şoreşa Rojava ye û beng li hemû jinan kir ku hemû jin piştgiriyê bidin Efrînê. Asya diyar kir ku jinên bi şoreşa rojava re xwe bi rêxitin kirin, berxedana xwe mezin kirin û wiha berdewam kir: "Li rojavayê Kurdistanê jinan bi hêza xwe ya siyasî û civakî di hemû qadên şoreşê de cihê xwe gittin û pêşengiya şoreşê kirin. Îro jî bi mezinbûna berxedana jinê ya li bakurê Sûriyeyê berdewam dike û hemû jinên li bakurê Sûriyeyê  li vê şoreşa jinê xwedî derdikevin. Berxedana azadiyê ya jinê ji bo me bû çandek."
 
'Jinan bi berxedana li dijî DAÎŞ'ê hêza xew dan îspatkirin'
 
Asiya destnîşan kir ku jinên Rojava -bakurê Sûriyeyê ku li dijî faşîzma DAÎŞ'ê hêza xwe dan îspatkirin li dijî serweriya baviksalar jî raperîneke mezin bi dest xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinan bi berxedana xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê carekedin îspat kirin ku desthilatdariya baviksalar li ser vê erdnîgariyê bi têkoşîna wan hatiye parçekirin.  Jinên ku di serî de li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan îro li dijî tevahiya pergala baviksalar bi rêxistina xwe ya xweser radiwestin.  Li ser vê axê bi hezaran jin bi îradeya xwe berxedana azadiyê didin."
 
'Ji hemû jinên cihanê re bûn mînaka berxedanê'
 
Asya anî ziman ku berxedana azadiyê ya jinên kurd tenê ne ji bo jinên kurd ji bo tevahiya jinên li cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û mînaka rêstinbûna bi lez û bez ya jinên ereb a li bajarên wan ku DAÎŞ'ê ji wan hat derxistin da. Asya ev tişt  got: "DAÎŞ'ê terora xwe herî zêde li ser jinan meşand û xwest ku serweriya xwe di ser jinan re misoger bike. Jinên ereb û yên ji neteweyên din ku ji rxistina jinên kurd YPJ'ê hêz gitin  xwedî li vê berxwedanê derketin. Jinên ku hêza xwe kirin yek berxedana xwe mayînde kirin û ji jinên cîhanê re bûn mînak."
 
Li Kobanê navê wê bû 
 
Asya got ku berxedan bi rêya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hat dayîn û bal kişand ser berxwedana Kobanê: "Berxedana YPJ'ê ya jinan bu wesîleya ku hemû jin xwe bi rêxistin bikin.  Berxedana YPJ'ê ji bo hemû jinan bû hêvî. Ji ber vê şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi taybetî berxwedana dayikan bû sebola vê berxwedanê."
 
Mîrasa Arînê Awwesta dewr girt
 
Asya di berdewamiya axaftina xwe de got ku ruhê berxwdanê yê ku li  Kobanê hat destpêkirin îro li Efrînê berdewam dike û anî ziman ku berxwedana serdemê ya li dijî êrîşên dagirkirinê ku 44 roj in berdewam dike  jî ji aliyê jinan ve tê kirin. Asya bal kişand ser çalakiy Awesta Xabûr jî û wiha got: "Jinên ku 24 saetan birîndar derman dikirin, mayîn kom dikrin û teşe didan jiyanê  ji Kobanê berê xwe dan Efrînê. Li Kobanê Arîn li ber xwe da li Efrînê jî Awesta. Awesta peyama 'Em ê bi sekna jinê ya berxwedêr heta mirinê li ber xwe bidin' da."
 
Ji bo hemû jinên cîhanê bang
 
Asya diyar kir ku berxedana li Efrînê tê dayîn ji bo tevahiya azadiya jinên cihanê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku hemû jin bibin dengê berxwedana li Efrînê tê dayîn û bibin dengê jinên ku li eniyên şer li ber xwe didin. Divê ku di vê berxwdanê de keda her kesî hebe. Bila hemû jinên cihanê bi jinên Efrînê re bibin yek û 8'ê Adarê bi wate bikin."