Li Şirnex û Mêrdînê ji bo 8’ê Adarê bang: Bi mîrateya jinên berxwedêr dakevin qadan

  • 10:10 4 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Şirnex û Mêrdînê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwe amade dikin ku dakevin qadan û wiha got: “Her 8’ê Adarê jinên vir bi rengên xwe dadikevin qadan. Emê îsal jî mîrateya jinên berxwedêr dewr bigirin û bi coşek mezin dakevin qadan.” 
 
8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi dirûşmeya ‘Wisa derbas nabe, an azadî yan azadî’ wê bê pîrozkirin, amadekariyên wê didomin. Jinên Şirnex û Mêrdînê diyar kirin ku li dijî êrîşan wê bersiva herî baş wê rojê li qadan bidin û peyama têkoşîn û berxwedanê dan. 
 
'Jinên botanê her di pêvajoyên giran re derbas dibin'
 
Meryem Yilmaz daxuyakirin ku yekane daxwaza jinan cîhanek aştiyane ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê di 8’ê Adarê de hem têkoşîn, hem edelet û hem aştiyê biqîrin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Jinên Botanê her di pêvajoyên zahmet re derbas dibin û dîsa jî beyî serî bitewînin ji bin vî barî derdikevin. Di her 8’ê Adarê de jin bi rengên xwe dadikevin kolanan. Em ê îsal jî bi mîrateya jinên berxwedêr bi coş dakevin qadan.” 
 
‘Botan sembola berxwedanê ye’
 
 Bîşeng Mete jî daxuyakirin ku wek her sal wê hêviyên xwe winda nekin û dakevin qadan. Bîşengê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku çi dibe bila bibe wê bi hemû reng û coşê, xwe bigihînin jinan û ev tişt vegot: “Piştî 8’ê Adarê jî em ê bi jinan re bên cem hev. Botan cihê ku berxwedana jinê lê dest pê kiriye ye. Botan  Sembolek e.” 
 
‘Hedefa OHAL’ê jin bû’
 
 Felek Fîdan jî peyama xwe ya 8’ê Adarê wiha da: “Hedefa esas a OHAL û tecrîdê jin bûn. Tê hedef kirin ku qada civakî, aborî û siyasî li jinan bê tengkirin. Em ê li dijî vê berxwedana xwe bilind bikin û bêjin ‘jin jiyan azadî’. 
 
Gazalî Ekîncî jî destnîşan kir ku sebola gelê aza jina azad e û jinên kurd tu car koletî qebûl nekirine û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe wê dengê xwe bilind bikin. 
 
Eylem Amak jî banga tevlîbûna çalakiyên li  qadan kir û peyama wê jî wiha ye: “Em wek jinên Mêrdînê em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em ê coşa Newroz û 1’ê Gulanê jî wê rojê nîşan bidin. Em ê xwedî li mîrateya têkoşîna jinê derkevin.”