'8’ê Adarê Şoreşa jinên Efrînê ye'
- 09:03 4 Adar 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya 2018’an de jinên Kantona Cizîrê nerînên xwe anîn ziman û gotin em ê hêvî û têkoşîna xwe bi rihê serîhildana jinên Efrînê mezin bikin.
Di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya 2018’an de jinên Kantona Cizîrê yên saziyên cuda nêrînên xwe ji bo 8’ê Adarê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê ronahiya serîhildana Arînan û Avestayan 8'ê Adara 2018'an ronî bike.
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî ji bo 8’ê Adarê wiha got: “8’ê Adarê rojek pir pîroz e û bi têkoşînek mezin ji aliyê jinan ve hatiye bidestxistin. Em wekî Kongreya Star vê roja taybet her sal pîroz dikin û peyama yekîtiya têkoşîn a jinên cîhanê didin."
'8’ê Adarê Şoreşa jinên Efrînê ye'
Berpirsiyara Kooperatîfa Aboriya Jinê Hîvda Qamişlo anî ziman ku 8'ê Adarê Şoreşa jinên Efrînê ye û got:"Em ê roja 8'ê Adarê bi rihê berxwedana Efrînê û bi rihê berxwedana Sakîne û Zîlanan pêşwazî bikin. Em ê di vê 8'ê Adarê de serî hildin û xwe azad bikin."
'Berxwedan nasnameya jinên Efrînê ye'
Her wiha endama Rêveberiya Kongreya Star Mîdya Mehmûd wiha got:"Heybeta têkoşîna jinên Kurd dê di 8'ê Adara 2018'an de olan bide. Berxwedan û serkeftin berxwedana nasnameya jinên Efrînê ye."