'Ji bo teşhîrkirina hişmendiya mêr em ê biherîkîn qadên 8 Adarê'
- 09:01 4 Adar 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Li Wanê bi nêzîkbûna 8 Adarê re platforma Ahtamara starta 8 Adarê da. Platforma ku ji her nasname û bîrdoziyê jin cih tê de digirin, dixwaze 8 Adarê bi xebateke bi hêz pîroz bike. Jinên ku di platformê de cih digirin nirxandin kirin û gotin ku çareserkirina pirsgîrîkên civakî bi yêkitî û hêza jinan pêkan e û bang li hemû jinan kirin ku bên di xebatên 8 Adarê de cih bigirin.
Li Wanê bi nêzîkbûna 8 Adarê re starta pîrozbahiyên 9'ê Adarê hat dayîn. Jinên Serhedê îsal wê bi dirûşma 'Em hene, em hebûn û em ê hebîn' 8 Adarê pîroz bikin. Platforma jinan a Ahtamara ji aliyê 23 hevkaran ve hatiye avakirin. Jinên ku di platformê de cih digirin der barê xebat û platformê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ji bo pirsgirîkên civakî pêdivî bi hêz û yekitiya jinan heye.
'Ji bo teşhîrkirina hişmendiya mêr em ê biherîkîn qadên 8 Adarê'
Ciwan a bi navê Dîlan Yildiz anî ziman ku ji her nasname û bîrdoziyê jin di platformê de cih digirin û wiha axivi;"Pêdivî pê hebû ku platformeke jinan bihata avakirin. Ez jî wekî jineke ciwan di platformê de cih digirim. Yekitiya jinan û hêza jinan me hemûyan gelek bi kelecan dike. Em hemû ji bo ku bibîn dengê jinan, niha mil bi mi tedikoşîn. Ev ji bo hemû jinan hêviyeke mezin e. Ez ji vir bang li hemû jinên karker, kedkar, dikim ku bila werin em bi hev re 8 Adarê pîroz bikîn. Ji bo teşhîrkirina hişmendiya mêr em wekî platforma jinan amade ne."
'Li hemberî pirsgirîkên civakî jin dibin hêz'
Civaknas Neslîhan Şedal jî bi lêv kir ku li hemberî hişmendiya bindest dengê jinê wê bi hêztir derbikeve û wiha got:"Di bernameya me ya 8'ê Adarê dê ji girtiyên siyasî heyanî duçerxeyan her tiştek cih digire. Armanca me ew e ku em ji her rengî bi jinan re têkiliyê daynin û xwe bigihînin wan. Li hemberî pirsgirîkên civakî jin dibin hêzek û em ê vê yekê bi xebatên xwe nîşan bidîn. Li navçeyan jî wê sînevîzyon bên pêşandan. Em hemû jinên Wanê vedxwînin van bernameyan. Ji bo ku em li hemberî pirsgîrîkên civakî nêrazîbûnên xwe nîşan bidîn, pêwîstî bi xebateke rêxistînî heye, ji bo vê jî em ê heya dawiyê têbikoşîn. Li hemberî bindestîyê û êrîşan îsal jin wê bibin bersîv."
'Em dixwazîn hemû jinan di nav xebatên 8 Adarê de bibînin'
Civaknas Rojbîn Firat jî daxuyand ku ji her rengî, dengî û bîrdoziyê jin yekitiya xwe ava dikin û wiha domand:"Armanca avakirina platformê ew e ku em xwe bigihîjînîn hemû jinan, ev platform hat avakirin. Ji bo ku jin bibêjin beden bedena min e ked keda min e divê dengê xwe bide bihîstin. Em jin bi hebûna xwe û berxwedana xwe dixwazîn xwedî li xwebûna xwe derbikevîn û ber bi xwebûnê ve bimeşîn. Em dixwazîn hemû jinan di nav xebatên 8 Adarê de bibînin û em hêvîdarîn ku em ê qada 8 Adarê bi rengê jinan tijî bikîn."