ROJEVA 4'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 4 Adar 2018
  • Rojev
*Li Wanê bi nêzîkbûna 8 Adarê re platforma Ahtamara starta 8 Adarê da. Platforma ku ji her nasname û bîrdoziyê jin cih tê de digirin, dixwaze 8 Adarê bi xebateke bi hêz pîroz bike. Jinên ku di platformê de cih digirin nirxandin kirin û gotin ku çareserkirina pirsgîrîkên civakî bi yêkitî û hêza jinan pêkan e û bang li hemû jinan kirin ku bên di xebatên 8 Adarê de cih bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku li navçeya Rêzan a Amedê dirûnkeriyê dikin diyar kirin ku ew ê li hemberi çewısandina keda jinan di 8’ê Adarê de li qadan bin. DÎMEN HEYE 
 
*Di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya 2018’an de jinên Kantona Cizîrê nerînên xwe anîn ziman û gotin em ê hêvî û têkoşîna xwe bi rihê serîhildana jinên Efrînê mezin bikin. 
 
*Esnafên jin ên di 8’ê Adarê de dadikevin qadan, li dijî krîza aborî û êrîşên li dijî bedena jinê wê dengê xwe bilind bikin.BI DÎMEN
 
*Jinên Şirnex û Mêrdînê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwe amade dikin ku dakevin qadan û wiha got: “Her 8’ê Adarê jinên vir bi rengên xwe dadikevin qadan. Emê îsal jî mîrateya jinên berxwedêr dewr bigirin û bi coşek mezin dakevin qadan.” 
 
*Hunermenda Şanoyê Rugeş Kirici diyar kir ku di bin zextan de zêdetir xwedî li 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê derketin û got ew dikarin tirsa tê afirandin bi hunerê bişkînin. BI DÎMEN
 
*Ji berdevkên Piştevaniya Mor Gamze Ozkok bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û ev tişt vegot: “Me dît ku serhildan çi bi me didin qezenckirin. Werin em bi hev re di 8’ê Adarê de dakevin qadan û cîhanê ji cihê wê bihejînin.” 
 
*Ji berdevkên Piştevaniya Mor Gamze Ozkok bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û ev tişt vegot: “Me dît ku serhildan çi bi me didin qezenckirin. Werin em bi hev re di 8’ê Adarê de dakevin qadan û cîhanê ji cihê wê bihejînin.” 
 
*Ekîba Folklorê ya Jinên Surê ji bo derkevin ser sahneya mîtînga 8’ê Adarê amadekariyên xwe temam kir. Koma ku wê 8 kes jê derkevin ser dîkê, wê lîstikên ku jinan îfade dikin bilizin. 
 
*Rojava kulîlka azadiyê ya bi xwîdan, keda berxwedana jinê mezin bû niha seranserê kolan, gund, tax û bajarokên Bakurê Sûriyeyê dipêçe.Şoreşa Jinan a Bakurê Sûriyeyê ku diyariya jinên Kurd a ji bo 8’ê Adarê ye, pêşengên xwe ava dike û di van saetên ku berxwedana Efrînê berdewam dike de, şoreşa azadiya jinan li her enî, mewzî, gund, mal, taxan û bajaran mohra xwe li dîrokê dide. DÎMEN HEYE