Li Serê Kaniyê ji bo 8'ê Adarê semînerek hat lidarxistin
- 16:52 3 Adar 2018
- Rojane
SERÊ KANIYÊ - Kongreya Star li Serê Kaniyê bi boneya 8'ê Adarê semînerek li dar xist.
Kongreya Star di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê, li Serê Kaniyê jî semînerek li Navenda TEV-Çand a Waşûkanî li dar xist. Hemû jinên saziyên Rêveberiya Xweser bi pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan, her wiha mamosteyên zimanê Kurdî tevlî semînerê bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê sinevizyonek derbarê 8'ê Adarê de hate pêşandan. Semîner ji aliyê hevseroka bajêr Rîhan Xelîl ve hate bi rêve birin.
Semîner bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.