Yekîtiya Mamosteyan li Tirbespiyê du semîner li dar xistin
- 15:43 3 Adar 2018
- Rojane
TIRBESPİYÊ - Yekîtiya Mamosteyan li Navçeya Tirbespiyê du semîner bi boneya 8'ê Adarê bi zimanê Kurdî û Erebî li dar xistin.
Yekîtiya Mamosteya ya Navçeya Tirbespiyê bi boneya 8'ê Adarê du semîner bi zimanê Kurdî û Erebî çêkirin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin hatin destpêkirin. Piştre sinevizyonek têkildarî roja 8'ê Adarê hate temaşekirin. Semînera bi zimanê Kurdî ji aliyê Melsa Hêzil ve hate birêvebirin. Melsa ev axaftin anîn ziman: "Di dîrokê de her tim jin dibe bindest ji pergalên desthilatdar, lê her dem jî jinên ku di dîrokê de bûne mînakên berxwedaniyê jî mîna Zenûbiya gelek in. Şoreşa Bakurê Sûriyeyê jî ya ku bi şoreşa jinê tê nasîn, jina kurd roleke giring tê de lîstiye û ev yek ji tevahî cîhanê re eşkere bû."
Her wiha semînera bi zimanê Erebî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û sinevizyon hat temaşekirin. Semîner ji aliyê Heniye Elcerbûh ve hat birêvebirin. Heniye têkildarî 8'ê Adarê wiha got: "Jinên Bakurê Sûriyeyê îro mafê xwe bi xwe diparêzin. Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr jî ev yek îsbat kirine. 8'ê Adara îsal jî bi rihê Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê tê pîrozkirin."