Li Til Temirê bi boneya 8'ê Adarê semîner hat dayîn
- 14:56 3 Adar 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Bi boneya 8'ê Adarê û bi dirûşmeya "Hemû jin rabin ser piyan ji bo Berxwedana Serdemê" semînerek li Til Temirê hat lidarxistin.
Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê û bi pêşengtiya Kongra Star li Til Temir a Kantona Hesekê semînerek ji bo jinan li Saziya Malbatê Şehîdan hat lidarxistin. Semîner ji aliyê rêveberiya Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê hat birêvebirin .
Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Nezîre Gewriyê axivî. Nezîreyê roja 8'ê Adarê li tevahî cîhanê pîroz kir û wiha got: "Em destpêkê 8'ê Adarê li jinên Efrînê pîroz dikin û em berxwedana wan silav dikin. 8'ê Adara 2018'an berxwedana jinên azad li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê ye. Jinê di vê rojê de doza mafê xwe kiriye û ji koletiyê re gotiye 'Na'. Em jî îro bang dikin ku hemû jin rabin ser piya ji bo Berxwedana Serdemê û li hember êrîşên dewleta Tirk serî hildin."
Semîner bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.