YJŞ'ê berxwedêrên êrîşa li ser Xanesorê bi bîr anî
- 13:52 3 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YJŞ‘ê berxwedêrên êrîşa 3‘ê Adarê ya li ser bajaroka Xanesorê ya Şengalê bi bîr anîn û diyar kir ku li hemberî êrişên ku di serî de jin, li ser îradeya gelê Şengalê were pêkanîn; li ber xwe bidin û li hemberî hemû xetên xiyanetê têkoşîna xwe bilind bikin.
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê di yekemîn salvegera êrîşa 3’yê Adara 2017’an de, ya PDK’ê ya li ser Xanesorê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di salvegera yekemîn ya êrişên Xanesorê ya ku di 3’ê Adara 2017’ê bi destê dewleta Tirk û hevkarê wî yê PDK’ê re hat plankirin; 11 hewreyê me yê ku di encamê van êrişan de gihaştine şahadetê bi rêzdarî û bi minnet bibîrtînin. Bi têkoşînkirina li hemberî her cûre êriş û xeta xiyanetê, em ê girêdayî bîranînê wan bin û soza ala têkoşînê ya ku me ji wan devir girtiye bi serkeftinê re tacîdar kirinê didin.
Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ya ku bi plansaziya dewleta Tirk û bi xiyaneta hevkarê wî yê PDK’ê hat jiyîn, weke jin û gelê Êzidî me yekîneyên parastina xwe ya cewherî û hêza xwe ya cewherî ava kir. Di şexsê hêzên statukoperez ê ku di serî de li hemberî birêxistinkirina jin, li dijî îradeya gel ya ku pêşdikeve polîtîkayên qirêj yên êrişkirinê dimeşînin; di 3’ê Adara 2017’e jî li dijî îrade û hêza cewherî ya birêxistinkirî ya ku di jin û gelê me yê Êzidî de pêşketiye êrişek hate lidarxistin. Her wiha ev êriş ji fermana 2014 dûr nîne û weke polîtîkayên ku 2014 hate meşandin, êrişekî wekê berdewamiya fermana 2014 hatiye meşandin e. Li dijî hêza parastina gel, îrade û xwesteka xweseriyê ya ku piştî fermanê pêşketiye û bi armanca bi dawîkirina nasnameya xweser û îradeya gel hatiye plankirin. Dîsa di serî de dayîk, gelê ku vê êrişê kebûl nekirin çek girtin û bi destê xwe tijîkirina çeperên ku li hemberî hêza parastina gelê me hatibu vekirin; bûne îfadeya şênber ya ku wê jinê Êzidî li Şengalê tu carî rê nedin xeta xiyanetê. Bi vê êrişê ku hatiye lidarxistin, di şexsê jin û gelê me yê ku bi felsefeya Rêber Apo xwe birêxistinkirine û bi rihê têkoşînê ber bi serkeftinê dimeşin de, tevahî jin û gelan hatiye hedef girtin û hatiye xwestin ku li pêşiya azadiya wan astengî bidin avakirin û li ser vê bingehê hatiye plankirin.
Bi vê êrişê ku ji aliyê hêzên ku xeta xiyanetê temsîl dikin Nûjiyan Erhan yê xebatkarê ragihandina azad, Nazê Naîf yê ku serî tewandina xeta xiyanetê qebûl nekir û şervan û rêhevalê me Têkoşîn Serhed yê ku ji bo gelê me yê Êzidî bigehije jiyanek azad heya keliya xwe ya dawiyê têkoşîn kir jî di nav de 11 hewreyê me gehiştiye şehadetê. Di şexsê hemû rêhevalên me yên ku bi êrişê 3 Adar’ê ya ku ji 2014 hîn bêhtir bi polîtîkayên zirav û qirkirina kûr bingeh digre de hatin şehîdxistin de, îradeya gelê me ya ku tu carî nayê teslîmgirtin, xeyalên wan yê jiyana azad û xweser hatiye hedef girtin.
Em wekê hêzên çekdarî yên jinên Êzidîn, li hemberî êrişên ku di serî de jin, li ser îradeya gelê me were pêkanîn; em ê li berxwe bidin û li hemberî hemû xetên xiyanetê têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê bingehê, di şexsê şehîd Têkoşîn, şehît Nûjiyan û şehîd Nazê Naîf de hemû şehîdên 3‘ê Adara 2017 ya Xanesor’ê carekê din bi rêzdarî û bi minnet bibîrtînin û bibiryarbûnekê bilind bi rênedayîna xeta xiyanetê ala têkoşîn berxwedaniyê ya ku me ji şehîdên xwe girtiye em ê pêşde bibin. Carekê di em didin diyarkirin ku, li hemberî her êrişên bi vê rengê, hîn bêhtir xwe birêxistinkirin, zanistkirin û bi bûyîna xwedî îrade bi mezinkirina têkoşîna xwe em ê tola xwe hilînin.”