Jinên Azad ên Sosyalîst daxuyaniya 8'ê Adarê dan
- 13:51 3 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Azad ên Sosyalîst 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û bang li jinên Bakurê Sûriyeyê kirin ku bi rihê berxwedana Efrînê têkoşîna xwe mezin bikin.
Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyeke weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Di 7.emîn salvegara şoreşa me ya azadîxwaz a jinê, ya Bakûrê Sûriyeyê de, em roja “8’ê Adarê ya jinên cîhanê ên kedkar” li tevahî jinan re pîroz dikin. Me ev şoreş, wek jinên ji netew û baweriyên cûda; Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Ermen, Turkmen, Çeçen, Êzidî, Elewî, Xirîstiyan, Sunnî û jinên enternasyonal ên ku ji welatên cûda hatin bihevre parast û bihevre ava kir.
Em îro di têkoşîna xwe de, jinên ku di sala 1857’an de, roja 8’ê Adarê li New York’ê li berxwe dan, didin jiyandin. Clara Zetkin, Rosa Luksembûrg, Kollantay, Emma Goldman îro di têkoşîna Avaşînan, Arînan, Destanan, Raperînan, Saryayan û Avestayan de tên temsîlkirin. 8’ê Adarê ji sala 2011’an de heta îro di xweşikiya demsala biharê ku mizginiya hêviyê dide de derbas bû. Me li Kobanê, Li Kantonên Cizîrê, li Halebê, li Minbicê, çeteyên paşverû, faşist û dijminên jinê yên wek Nûsra û DAIŞ’ê têk bir. Jinên Reqa yên bindest bi gihîştina azadiya xwe sala 2018’an pêşwazîkirin. Niha jî rojên ku jinên Dêrezorê bigihîjin azadiya xwe nêzik in. Li Efrînê li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk, DAİŞ, El Nûsra û Artêşa Azad ên ku destkeftinên jinê hedef digire berxwedaneke bêhampa tê jiyin.
Em ê 8’ê Adara 2018’an bi rihê jinên ku li Efrînê li berxwe didin, bi rihê têkoşîna jinên wek Avesta, Barîn û şehîdên me yên din pêşwazî bikin. Dewleta Tirk a mêtînger û dikdatoriya Erdogan ji êrîşên ku li Tirkiyê pêkanîn, ji komkijiya jin û zarokan, ji êrîşa tacîz û tecawîzê têr nebû. Niha jî li Kantona Efrînê ji bo ku axa me, bedena me, keda me, dagir bike bi çekên xwe yên cûr bi cûr yên teknîkî êrîşa gelên me, jinan,zarokan û xwezaya me dike. Zilma ku li ser bedena şehîd Barîn pêkanîn rûyê Dewleta Tirk û çeteyên wê û feraseta wê careke din nîşan da. Lê dîrok nîşan dide ku me çawa DAÎŞ têk bir emê artêşa Tirk û çeteyên wê, teqez têk bibin.
Em wek jin hên bi awayekî xurt dikevin 8’ê Adarê. Me di pergala kapîtalîst û emperyalîst de li dijî duyemîn dîtina zayenda jinê, li dijî bandora feraseta zilamtî a li ser şoreşa xwe têkoşînên mezin da. Di encama têkoşîna me de ger di milê parastinê de, ger di milê avakirina qada civakî de mafên jinê hat qanûnîkirin. Em di her serdemê de bi paşxistina serdestiya zilamtî bawer dikin ku, em ê di pêşerojê de rastiya kesayeta mirovê azad û jina azad misoger bikin.
Şoreşa me ya jinê, wê wek aleke sor ku rê nîşanî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dide, ê li şînahiya ezmanan pêl bide. Ev ji şehîdên me yên jin ku ji bo vê şoreşê ji fidakirina canê xwe netirsiyan û ji jinên kedkar yên ku li ser vê axê bi vîn û keda xwe jiyanê diafirînin re soza me ye. Em wek Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) roja 5’ê Adarê bi jinên ku ji tevahî kantonan berê xwe didin Efrînê, ji bo beşdarbûna meşa ku li 8’ê Adarê li Efrînê pêk were diçin Efrînê. Em di 8’ê Adarê de hemû jinan banga piştgiriya jinên ku li Efrînê li berxwe didin dikin, em banga mezinkirina rêhevaltiya jinê dikin. Em di 8’ê Adarê de, li tevahiya cihên Bakûrê Sûriyê, xwedî li berxwadana xwe ya Efrîn û şoreşa Rojava ya jinê derbikevin. Em refên berxwedanê xurttir bikin û bi hêzên jinê, şoreşa xwe bi parêzin.
Em wek Jinên Azad ên Sosyaîst, bi awayekî yek dil, berxwederên Efrînê, jinên cîhanê yên kedkar û azadîxwaz silav dikin. Werin em bi hevre, agirê şoreşa jinê li hemû cîhanê re belav bikin!
Bijî roja me ya, jinên kedkar yên cîhanê, Bijî 8’ê Adarê!
Bijî şoreş, Bijî sosyalizm!
Wê Efrîn û Şoreşa me ya jinê bi serkeve!”