ÎRA'yê rapora xwe ya binpêkirina çapemeniyê ya Sibatê eşkere kir

  • 13:16 3 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirina mafê rojnamegeran aşkere kir. ÎRA’yê diyar kir ku di meha sibatê de 3 rojnameger hatin girtin û 16 rojnameger jî hatin binçavkirin. 
 
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirina mafê rojnamegeran û zextên li ser çapemaniyê ya meha sibatê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Civîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê pêk hat. Rapora bi kurdî endama ÎRA’yê Fatîme Tekîn û rapora bi tirkî jî Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan xwend. 
 
Rapora ÎRA’yê wiha ye:
 
“Zext û zordariyên li ser çapemeniyê di meha Sibatê de jî kêm nebûn. Binçavkirin, girtin, ceza, darizandina rojnamegeran di meha Sibatê de jî kêm nebû. Lê di Meha Sibatê de 2 mijarên ku helwesta hikûmetê li hemberî rojnamegeran teyyit dike derket holê. 
 
'Hemû daraz xist kontrola xwe'
 
Hikumeta ku li dijî rojnamegeriya azad bi feraseta avakirina yek tîp amûra propaganda tev digere, bi cudakariya li dijî rojnamegeran xwe aşkere dike. Li aliyekî rojnameger û niviskar ên bira Ahmet û Mehmet Altan û Nazli Ilicak bi muebetê caza dikin, li aliyê din jî rojnameger Denîz Yucel li ser daxwaza Serokwezîra Dewleta Alman Merkel serbest berdidin. Ev nîşan dide ku îktîdara AKP-MHP'ê bi girtin û cezakirina rojnamegeran aşkere dijminantiyê dike. Bi nenaskirina Dadgeha Qanûna Bingehin hemû daraz xist kontrola xwe. Darazê jî fermana îktîdarê pêk anî û rojnameger û nivîskar Birayên Altan û Nazli Ilıcak ceza kirin. Dîsa yên li dijî feraset û polîtîkayên AKP-MHP'ê dedikevin jî yek bi yek tên girtin û rastî ceza tên. Bi vê yekê AKP-MHP'ê nişan da ku kirasê li Medya Kurd kiribû firehtir kir û êdî hemû kesên muxalif ên li dijî polîtikayên AKP-MHP'ê jî di wî kirasî de tên hepiskirin. 
 
Li aliyê din bi berdana Rojnameger Deniz Yucel nîşan da ku rojnamegeran li dijî azadiya civakê û muxalifan wekî amûrê dîl tên girtin. Ji bo têkîlî û berjewendiyên şexsî yên tarî û kûr rojnamegeran dîl digirin. Ev di şexsê rojnamegeran de xuya dike ku tenê ne bi rojnamegeran bi sînor e û hemû kesên muxalif di nava vî kirasî de dîl tên girtin. Bi astengkirina malperên înternetê û televîzyongeriya li ser înternetê nîşan dide ku qet tehamula wê ji kesên dijber û alternatif re tune ye û hemû dengên li dervê xwe tune dike. 
 
Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad van biryaran şermezar dikin û red dikin. Em dixwazin hemû hevalên me yên rojnameger ên girtî bên berdan, astengiyên li ser çapemeniyê êdî bi dawî bibin û mafê gel ê ragihandinê neyê binpêkirin. 
 
Binpêkirina mafên rojnamegeran a meha sibata 2018'an wiha ye:
 
* Li Tirkiyeyê 171 rojnaemger girtî ne. 
 
* 16 Rojnameger hatin binçavkirin. 
 
* 3 Rojnameger hatin girtin. 
 
* Derbarê Rojnamegerekî de doz hat vekirin. 
 
* 3 rojnameger rastî cezayê giran ê muebetê hatin. 4 rojnameger rastî 10 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hatin. 
 
* 37 rojnameger hatin darizandin. 
 
* 6 malperên nûçeyan ji aliyê BTK'ê ve hatin astengkirin. (1HaberVar Platformu (Carekê), Jinnews (3 caran) Ajansa Mezopotamya (7 caran), Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi (16 caran) direnisteyiz21.org (7 caran), Kızılbayrak.Net (Carekê) hatin asteng kirin.”