Komîteya Jinên Kurdistanî li Efrînê daxuyanî da

  • 12:51 3 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Komîteya Jinên Kurdistanî ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê li Efrînê daxuyanî da.
 
Komîteya Jinên Kurdistanî ji bo piştigiriya Berxwedana Serdemê li Efrînê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star hat dayin. 
 
Tevgera Civaka Kurdistanê, Tevgera Newayên Nû, Rêxistina RJAK, Partiya HDP, KJAR, PJAK, komelên Îranê û nûnera oldarên zeredeştiyan ya herêma Kurdistanê Awad Husem El Dîn û gelê Efrînê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina RJAK'ê Necîbe Omar hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Efrîn ne tenê ye û dê Efrînê bi berxwedana xwe dîroka têkoşînê binivîsîne. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên li ser Efrînê li dijî pergala wê ya demokratîk e. Lê êrîşên li dijî vê pergala demokratîk dê vala derkeve û gelê Efrînê dê bi ser bikeve. Em wek jinê her çar parçeyên Kurdistanê van êrîşana şermezar dikin û em bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşana bêdeng nemînin.