Şandeya Komîteya Jinê Kurdistanî piştgiriya berxwedana serdemê dikin

  • 10:15 3 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Şandeya Komîteya Jinê Kurdistanî yên ku ji her çar perçeyên kurdistanê piştgiriya berxwedana serdemê dikin.
 
Şandeya Komîteya Jinê Kurdistanî yên ku ji her çar perçeyên kurdistanê piştgiriya berxwedana serdemê dikin. Tevgera Civaka Kurdistanî,Tevgera Newayên Nû, Rêxistina RJAK, Partiya HDP, KJAR, PJAK, Komelên Îranê, Nûnera oldarên zeredeştên herêma kurdistanê Awad Husem El Dîno yên ku ji herçar perçeyên kurdistanê, Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava ve hatine ji bo piştgiriya berxwedana serdemê bikin serdana Meclîsa Malbetên Şehîdan,Guristana Şehîd avêsta Xabûr, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Başûrê Sûriyê Eyşe Hiso kirin.
 
Her wiha piştî ku Meclîsa Malbetên Şehîdan serdan kirin berê xwe dan Goristana Avesta Xabûr û hemû gorên şehîdan bi gulan xemilandin.Piştî deqeyek rêzgirtin ya ji bo berxwedêrên azadiyê,Endama Komîteya jina Kurdistanî Bêrîvan Şaho axivî.
 
Bêrîvanê wiha got:"berxwedana serdemê li herêma efrînê ji 42 rojan dewam dike her wiha ji 42 rojan de dewleta Tirk  bi hemû çekên xwe êrîş dike û hewl dide ku pirojeya Netewa Demokratîk ya ku ji fikir û felsefeya Rêberê gelan Abdulah Ocelan hatiye girtin vala derbixîne, lê berxwedana ku gel dike hemû planên Erdogan vala derxist"
 
Piştire komîteya jinê kurdistanî berê xwe dan nexweşxaneya Avrîn ya herêma efrînê û xwîn xwe ji bo birîndaran dan. Di heman demê de komîteya jinê kurdistanî  berê xwe dan malê Hevseroka  Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Eyşa Hiso û sersaxî  ji Malbetê wê re xwestin.
Piştî sersaxiyê Endama Rêxistina RJAK Necîbe Omar axivî û got:"Berxwedana ku gelê Efrînê li hember êrîşên dewleta Tirk dikin ji tevahî cîhanê re îsbat kirin ku tu hêz nikare hêza gelê kurd bişkîne."
 
Piştire Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Eyşa Hiso berxwedana serdemê slav kir û got:"Bi hêza şervanên YPG-YPJ’ê û gelê herêma Efrînê dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe dîroka gelê kurd tune bike, her wiha em bêdengiya dewletên navnetewî jî şermezar dikin."