Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serîhildanê ber bi agirê azadiyê ve (3)

  • 09:36 3 Adar 2018
  • Dosya
Dengê bi coş yê çemê azadiyê: Berxweda jinên Kurd
 
AMED - Jinên Kurd ku her sal bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin, îsal ji bo wan wateyek wê ya girîng heye. Di 1919’an de bi avabûna Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd heta salên 1990’î  bi avabûna DDKAD Û YDK’ê, jinên Kurd di gelek platforman de têkoşîn meşandin û di 2004’an de di bin sîwaneya DOKH’ê de xwe rêxistin kirin. Piştre jî bi KJA’yê di rêya xwe de berdewam kirin û piştî girtina KJA’yê jî bi TJA’yê berdewam dikin.
 
Serhildana 40 hezar jinên karker ên di 8’ê Adara 1857’an de li New Yorkê  dest  pê kir ev hezar sale li her derê cîhanê bû sembola berxweda jinên li malan, li fabrîkayan, li ser erdan, li şer berxwe dide ne.
 
Jinên Kurd ku her sal bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin, îsal ji bo wan wateyek wê ya girîng heye. Wek jinên neteweyeke ku ziman û nasnameya wan nayê qebûlkirin, li dijî mêtîngeriya du caran, li dijî zextan ne hêsan bû ku bi li qadan 8’ê Adarê pîroz bikin.  Bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê ku binpêkirinên mafan ên yekparêz bi awayekî herî giran dihatin jiyîn, jinan bedelên mezin dan.  Jinên hatin binçavkirin, girtin, malên wan, gundên wan hatin şewitandin, zarokên wan hatin qetilkirin yek rojekê jî şûnde gav navêtin. Li ser vê axa ku koletiya herî giran bi jinan hat jiyîn, qêrîna azadiya jinên Kurd ji çiyan heta bajaran, belav bû û veguherî serhildanê. Di têkoşîna 40 salî de jin tenê bi derketina kolanê jî sînor neman. Li metropolên Tirkiye û Kurdistanê li dijî koletiya mêr ferz dike, li dijî teslîmiyeta dewletê û desthilatdariyê têkoşînek dijwar dan.
 
Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd
 
Paşeroja têkoşîna jinên Bakurê Kurdistanê xwe dispêre salên 1900’î. Yekemîn rêxistina jinên Bakurê Kurdistanê Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd e. Di 1919’an de li Stenbolê hat avakirin. Tevî şert û mercên wê demê hat îlankirin ku wê hemû endamtiya jinên ji mezhebên cuda bên qebûlkirin. Ji bo jinên Kurd xwe pêş bixin, di jiyana malbata Kurd de sererastkirinên sazîbûn û civakî bên kirin, ji bo alîkarî ji bo jinên di komkjiya Ermeniyan de xizmên xwe wenda kirine alîkarî bê dayîn cemiyet hat avakirin û ji bo vê jî rojname, kovar, pirtûk û rîsaye hatin weşandin.  Li her derê pirtûkxane û salonên nîqaşê hatin vekirin û  konferans û ders hatin dayîn.
 
Çalakiya yekem li Qada Sultanahmet
 
Cemiyetê çalakiya xwe ya yekemîn li Qada Sultanhametê pêk anî. Çalakî di 21’ê Hezîrana 1919’an de pêk hat û seroka cemiyetê Encam Yalmukî Hanim axaftin kir û got: “Xanimno, me Kurdan qewmên cuda ji hev re kir bira, ji derketina îslamiyetê heta niha yanî ji berê de em dost, birayên herî xurt û bi coş yên Tirkane. Îro jî em jî mafên xwe dixwazin.  Ji ber li holê bi mîlyonan Kurd hene û Kurdistanek mezin heye. Xanim û xwişkên me yên hatin vekirina cemiyetê soza Kurd a ku xebatan wê bêyî guman bimeşînin dane. Ji berê de pêşgotinek heye ‘Kurd ji soza xwe venagere’. Ez jî dibêjim ku ‘Kurd ji bo her tiştî sozê nade, lê ger bide jî ji soza xwe venagere.”
 
Kurd ji soza xwe venagerin
 
Heman salê di roja duyem a cejna Qurbanê de cemiyetê li Nexweşxana Şîşlî Etfal koxuşek tije zarok bêyî pere sunet kir, lê xebatên xwe sê meh tenê dikarî berdewam bike. Cemiyeta ku hîna jî nayê zanîn çima hat girtin?
 
DDKAD hat avakirin
 
Jinan di vê pêvajoyê de rêxistina xwe bi awayên cuda meşand. Di salên 1970’ê de  bi têkoşîna sosyalîzmê ya bilind bû re gelek partiyên Kurdistanî hatin avakirin.  Ev partiyên xwe li ser sosyalîzmê ava kirin, di bin bana wê de komên jinan jî ava bûn. 58 sal piştî Komeleya Jinan a Tealî ya Kurd di 29’ê Mijdara 1977’an de li Amedê Komeleya Jinên Demokrat Şoreşger (DDKAD) hat avakirin.
 
8’ê Adarê pîrozkirin
 
Jinên bi awayekî aktîf xebitîn, civînên malan, li kahweyan civîn û mîtîng pêk anîn. Jinên DDKAD’ê perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin û yekem car 8’ê Adarê pîroz kirin. Rêveberên Komeleyê  piştî Darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’ê şûnde bi hinceta 8’ê Adarê pîrozkirin hatin girtin.
 
Îradeya jina tûfê rûyê Esat Oktay kir
 
Berxwedana jinên Kurd a li dijî faşîzma îlonê bû mîlada pêvajoyê. Berxwedana jinên li girtîgeha Amedê, di şexsê yek ji kadroyên damezrîner ya PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) de bû sembol. Sakîneyê Zindana Amedê şiband Naziya Elman û  sekna wê ya li dijî îşkencevan Esat Oktay ku tûfê rûyê wî kiribû, wek helwesta hevpar a jinên Kurd ya li dijî faşîzmê derbasî dîrokê bû.
 
Pêvajoya YDK’ê
 
Têkoşîna jinên Kurd ji salên 1990’î heta niha  di esasa rêxistinbûnê de partiyên siyasî jî girt nav xwe û bi lez mezin bû. Her çiqas di HEP û DEP’ê de polîtîkaya xweser a jinan û yekineyên jinan yên girêdayê van partiyan tunebe jî jinan li Kurdistanê li dijî rejîma zextxwir helwesta herî zelal girt. Tevgera Jinên Kurd ji xebatên giştî derket û di 1990’î de Komeleya Jinên Welatparêz (YDK) ava kir.
 
Yekem şaredara jin di 1999’an de hat hilbijartin
 
Di 1991’ê de Leyla Zana ya bi tifaqa SHP-HEP’ê ket meclîsê li TBMM’ê bi Kurdî sond xwar.  Piştî HADEP ya di 11’ê Gulana 1994’an de hat avakirin şûnde di 1997’an de Komîsyona Jinê hat avakirin.  HADEP’ê di 1999’an de yekem car ‘Konferansa Baskên Jinan’ pêk anî. Jinên Kurd bi van konferansan di qada siyasî de bûn xwedî îrade û di hilbijartinên herêmî yên 1999’an de yekem car sê şaredarên jin hilbijart. Di salên 2000’î de jî yekem car çûn rêxistinbûna baskên jinan û bi tevlîbûna deh zaran jinan kongre pêk anîn.
 
‘Newekheviya pozîtîf’ kirin rêziknameyê
 
Di encama pêşketina jinan a di PKK’ê de û di rêxistinên civaka sivîl de rêxistinbûna jinan xurt bû. Bi dehan komele û navendên jinan vebûn. Di kongreyê de  ji bo baskên jin û ciwanan mafê ku rêveberiyên xwe hilbijêrin hatin dayîn û ya herî girîng jî bi  rêgeza ‘newekheviya pozîtîf’ li rêziknameyê hat zêdekirin.
 
Jinên HADEP’ê di 8’ê Adarê de daketin qadan
 
Di 1997’an de piştî pêvajoyeke dirêj a qedexeyê yekem car di 8’ê Adarê de mîtîng pêk hat.  Di 1998’an de jinan li Stenbolê mîtîng pêk anî. 
Bi pergala hevserokatiyê derbasî dîrokê bû.
 
DTP ya di 2005’an de hat avakirin, ji sedî 40 kotaya zayendê anî. DTP’ê li Tirkiyeyê yekem car pergala hevserokatiyê pêk anî û derbasî dîrokê bû.  DTP di 2007’an de  bi namezetên hezar hêviyî  yên serbixwe ket hilbijartinên giştî û 8 jê jin 22 parlamenter şand meclîsê.  DBP’ê jî di hilbijartinên 2014’an de biryara ‘di rêveberiyên herêmî de hevserokatî’ diyarî têkoşîna jinên Kurd kir.
 
Di rêza ewil de namzetên jin cih girt
 
Xwe rêxistinkirina xurt û nîqaşên xurt ên tevgera jinan a Kurd, biryarên xurt jî bi xwe re anîn. Di hilbijartinên giştî yên 2002’an de  di lîsteyên namzetyê yên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê de namzetên jin di rêza ewil de cih girtin.
 
Pêvajoya DOKH’ê
 
Di îlona 2004’an de  Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOHK) hat avakirin. DOKHK’ê konferansa xwe ya yekemîn di navbera 31’ê Çile-1’ê Sibatê de pêk anî û li dijî şîdet, zext, kuştin, îstîsmara zayendî, fuhuş û gelek pirsgirêkî têkoşîn meşand.
 
Bi KJA’yê berdewam dike
 
Di 2015’an de din av de DOKH jî heye  rêxistinên jinan di bin Kongreya Jinên Azad (KJA) de hatin cem hev. Di kongreya di 1’ê Sibata 2015’an de pêk hat de biryara ku bi KJA’yê di riya xwe de berdewam bikin hat girtin.
 
Êrîşên li dijî saziyên jinan: KJA hat girtin
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde  destilatdariyê hewldana darbeyê kir hincet û di 20’ê Tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kir.  Bi KHK’yên hatin derxistin qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin û çawa qeyûm hatin 37 saziyên jinan girtin. Di 12’ê Mijdara 2016’an de jî KJA bi hinceta OHAL’ê hat girtin.  Piştî vê di ‘Hevdîtina Jinan’ a DBP’ê pêk anî de Tevgera Jinên Azad (TJA) hat îlankirin.
 
Serî netewandin
 
Jinên Kurd tevî hemû zext, girtin, binçavkirinan bi hêz û tecrubeyên girîng di riya xwe de berdewam dike. Kolan bi kolan, mal bi mal xwe rêxistin dikin.  Jinên ji kar hatin avêtin, platform ava kirin û piştevaniyê mezin dikin. Astengiyên li pêş azadiyê hildiweşînin.
 
SIBÊ: Sanciyên Hebûnê: Rojava